‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin' 2019-03-04 09:08:06 EDENE - Zeynep Taşgîr a li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye xwest her kes bibe dengê wan, li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.  Zeynep Taşgîr a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di 1'ê Adarê de li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Taşgîr a di hevdîtina heftane ya telefonê de agahî da malbata xwe û bal kişand ser rewşa hevalên xwe û banga piştevaniya çalakiyan li her kesî kir. Taşgîr destnîşan kir ku rewşa girtiyan ber bi nebaşiyê ve diçe û got: "Ji ronî û deng aciz dibin. Bİ zehmetî avê vedxiwîn. Serê hevalên me diêşe û mîdeya wan li hev dikeve. Bi gelek pirsgirêkên nexweşînê re hevrû mane. Niha rewşa wan baş xuya nake. Zextên giran li ser me hene. Îdareya girtîgehê dest daniye ser radyoyên me û em nikarin geşedanan bişopînin."   'DIVÊ HER KES LI BER XWE BIDE Û BÊDENG NEMÎNE'    Taşgîr bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana Guven û girtiyan derkeve û deng bide wan û wiha got: "Di şexsê serokatiya me de her kesî tecrîd dikin. Polîtîkaya înkar, îmha û komkujiyan dewam dike. Ji bo dawî li vê polîtîkaya tecrîda girankirî, înkar, îmha û komkujiyan were divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve û deng bide çalakgerên greva birçîbûnê. Lazim e êdî gelê me dengê xwe bilind bike. Dem dema li dijî tecrîdê em dengê xwe bilind bikin. Bêyî ku mirin pêk werin li cihê hûn lê ne bêdeng nemînin."