Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin 2019-03-04 09:06:53   STENBOL - Ruhşan Bozan a 79 roj in li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye anî ziman ku wê li dijî bêedaletiyê bedena xwe daye ber mirinê û got: "Em li benda gelê xwe û derdorên demokratîk in ku xwedî li pêvajoyê derkevin."    Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji 1'ê Adarê şûn ve li hemû girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Yek ji van girtiyan jî Ruhşan Bozan a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ye. Bozan di sala 1981'an de li Êlihê hatiye dinê û di gulana 2013'an de 23 sal ceza lê hat birîn û hat girtin. Bozan a 79 roj in li tecrîdê di greva birçîbûnê de ye nameyek şand.    Nameya Bozan wiha ye:    "Ez berê wiha domdirêj neketime greva birçîbûnê û ev yekem car dikevim greva birçîbûnê. Ez li dijî zilmê, bêrûmetiyê û bêedaletiyê dikevim greva birçîbûnê û serî radikim. Ez bi berxwedanê hurmeta xwe mezin dikim.    BERXWEDANA ME WÊ TECRÎDÊ SERÛBIN BIKE   Ev tecrîda li dijî însaniyetê û rûmetê di şexsê Serokatiya me de li ser hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tê sepandin.  Serokatiya me xwedî nûnertiya demokrasî, edalet, aştî, azadî û îrade ye. Her roj bedena min dîrhem dîrhem dihele û ez hezkirina dilpakiyê û di canê xwe hîd dikim. Bedela wê çi dibe bila bibe wê mirovahî di dilpakiyê û rûmeta mirovahiyê de bi ser bikeve. Ez bi bawerim û wisa pêjn dikim ku wê vê berxwedana zilm û bêwîjdaniyê serûbin bike. Tecrîd 20 sal in li ser Rêbertiya me dewam dike. Bi serokatiya me re aştî, azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û bi milyonan gelê kurd tê tecrîdkirin. Tecrîd sûcekî ehlaqî ye. Heta zîhniyeta Serokatiya me tecrîd dike bê şikandin em ê li ber xwe bidin. Her roja diçe bedena me dihele û tenduristiya me xera dibe. Êdî nexweşîn jî zêde bûne. Pêdiviyên me yên wek vîtamînên B1 nadin me. B12 didin me lê ji ber ku bêhna wê giran e, bikaranîna wê zehmet e. Bijîşkê hepsê ji çend hefteyan carek tê kontrolê. Gardiyanên revîrê tên li tenduristiya me dinêhirin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, em li benda gelê xwe û derdorên demokratîk in ku xwedî li pêvajoyê derkevin û deng bidin dengê me û xwedî li çalakiya me derkevin."