Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye 2019-03-04 09:06:10 AMED - Dayika Selahattîn Yaşaer ê 36 roj in di greva birçîbûnê de ye Necîme Yaşaer banga hestiyariyê li gelê kurd kir û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe. Heke em ji xwe re nebin çareserî tu kes çareseriyê ji me re nayne."  Girtî Selahattîn Yaşaer li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 36 roj in li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Yaşaer piştî dest bi greva birçîbûnê kir di 20'ê Sibatê de wî ji Girtîgeha Tîpa L a Alanyaya Antalya sewqî Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê kirin.    Yaşaer di sala 2014'an de bi îdaya "Endamê rêxistinê ye" û "Alîkariya rêxistinê kiriye" 13 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Her wiha ceza li bavê Yaşaer, Hîda Yaşaer jî yê di sala 2017'an de bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" 10 sal cezayê hepsê lê hat birîn û wî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê.    ‘KESÊ DIXWAZE ZAROKÊN WAN BIMIRE HEYE GELO?'    Dayika Yaşaer, Necîmê Yaşaer axivî û diyar kir ku raya giştî û gel li hember grevên birçîbûnê bêdeng e û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Dayik Yaşaer da zanîn ku bêyî mirin pêk werin divê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe. Ji greva birçîbûnê ya ku bedenê dibe mirinê zorttirîn tiştek heye? Divê daxwaza wan bê qebûlkirin. Divê mirov di hepsan de nemirin. Lazim e dewletên navnatewî zextê li Tirkiyeyê bikin. Kesî ji bo mirinê zarokên xwe neaniye mirinê. Me hemûyan ji bo jiyanê zarokên xwe anî dinyayê. Di vê dinyayê de dayikek dixwaze ku zarokên wan bimire heye gelo? Pêwîste CPT û Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpa bikeve tevgerê."   ‘KES JI ME RE ÇARESERIYÊ NAYNE, EM BIBIN ÇARESER'    Yaşaer diyar kir ku divê gelê kurd bêdengiya xwe bişkêne û wiha got: "Derdek wisa mezine, hatiye astek nayê kişandin. Dema mirov kêliyekî xwarin nexwe canê wî dipitpite. Ev 36 roj in canê min dipitpite. Xwarina em dixwin jî li me dibe jehr. Ku zarokên me li wir di greva birçîbûnê de bin, ka wê çawa dilê min rehet be.  Heke em ji xwe re nebin çareserî tu kes çareseriyê ji me re nayne."