‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’ 2019-03-04 09:03:13 ÎZMÎR – Rêveberê berê yê HDP’ê Hacay Yilmaz ê ji Girtîgeha Kiriklarê hat berdan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser radyo û pirtûkan û cezayê hucreyê daye girtiyan.  Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Hacay Yilmaz di 12’ê kanûna 2018’an de hat binçavkirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Yilmaz di 25’ê sibatê de ji Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Kiriklara Îzmîrê hat berdan. Yilmaz behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.    ‘CEZA Û PÊKANÎNÊN KÊFÎ HENE’    Yilmaz behsa girtina xwe kir û got ew bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin û pişt re jî hatiye berdan. Yilmaz da zanîn ku li girtîgehê bi temamî pêkanînên kêfî hebûn û got: “Li Girtîgeha Kiriklarê di wan rojên ez ê derketima de rêveberiya girtîgehê dest danî ser hemû radyo û pirtûkên me. Eşyayên me yên ji derve dihatin nedidan me. Me daxwaz û mafên xwe ji rêveberiyê re got lê bi dayîna cezayan bersiva me dan. 7 roj cezayê hucreyê dan hin girtiyan û cezayê qedexeya derketina hevdîtinê yê mehekê dan hin girtiyan. Me îtîrazî Dadgeriya Înfazê kir. Rêveberiya girtîgehê bi awayek kêfî hefteyekê sohbet, werzîş û aktîvîteyên me civakî qedexe kir. Hin hevalên cezayan qebûl nekirin sirgûnî girtîgehên cuda kirin.”    ‘DIVÊ LI TAVILÊ DAXWAZAN QEBÛL BIKIN’    Yilmaz bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û got: “Li Kiriklarê ji 26’ê kanûnê ve 3 girtî di çalakiya greva birçîbûn^je ya bêdawî û bêdorveger de ne. Daxwaza wan rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Piştî grevan li girtîgehan dest pê kir pêkûtiyên li ser girtiyan zêdetir bûn. Divê daxwaza girtiyan li tavilê bê qebûlkirin.”    MA / Rûken Demîr