ROJEVA 04'Ê ADARÊ 2019-03-04 09:00:46   * Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest greva birçîbûnê kir got: "Leyla Guven ji bo vê berxwedanê çirûskek bû. Lê her yek ji me meşaleyek in. Em hemû di tariyê de ne, Em ê bi bedena xwe bibin yek meşale û ji vê tarîtiyê derkevin ronahiyê."    * Rêveberê berê yê HDP’ê Hacay Yilmaz ê ji Girtîgeha Kiriklarê hat berdan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser radyo û pirtûkan û cezayê hucreyê daye girtiyan.    * Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê Semra Ûzûnok, diyar kir ku îsal li gel roja 8’ê Adarê di  rojeva wan de daxwazên girtiyan û Leyla Guven a 117 rojin di greva birçîbûnê de ye hene û got: “Emê li qadan daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê dene, qîr bikin. Ji bo vê me li Îzmîrê heftaya jinan îlan kir.”    * Şêniyên Wanê bal kişandin ser bihabûna hilberînan û gotin: "Krîzê bandora xwe li ser hemû kesî kiriye. Em ji xwarina xwe kêm dikin. Bi mehan e me sebze nekiriye."   * Ayşe Yaman a di şertên giran de karê berhevkirina kartonan dike got ew rojê 12 saet dixebite û ew ê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi xebitandinê pêşwazî bike.     * Dayika Selahattîn Yaşaer ê 36 roj in di greva birçîbûnê de ye Necîme Yaşaer banga hestiyariyê li gelê kurd kir û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe. Heke em ji xwe re nebin çareserî tu kes çareseriyê ji me re nayne."   * Ruhşan Bozan a 79 roj in li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye anî ziman ku wê li dijî bêedaletiyê bedena xwe daye ber mirinê û got: "Em li benda gelê xwe û derdorên demokratîk in ku xwedî li pêvajoyê derkevin."    * Azîz Şîmdî yê hat berdan, ji 5'ê Çile ve ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, diyar kir ku 9 çalakgerên di girtegehê de man silav ji gel re  şandin û got: "Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê hemû kes tişta ji destên wan tên bikin."    * Zeynep Taşgîr a li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye xwest her kes bibe dengê wan, li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.     * Endama MYK'ê ya SKM'ê Nadiye Gurbuz diyar kir ku jin li Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û di 8'ê Adarê de rojeva wan sereke tecrîd e, wê xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin û deng bidin grevên birçîbûnê.   * Şîrketa Hilberîna Ceryanê ya TEMS Biyoenerjî dixwaze li ser ava Çemê Asî ya li qada 3 hezar û 500 donim Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çê bike. Tê payîn ku bi çêkirina vê santralê re hemû avên derdorê biçikin û qirêj bibin.    * Esnafên bazaran ên li Stenbolê bertek nîşanî Erdogan dan û gotin: "Hilberînên me par bi 8 lîreyî dikirî îsal em bi 25 lîreyî dikirin. Heke Erdogan dixwaze bihayên hilberînan erzan bibe divê alîkariyê bide xwediyên hilberînan."    * Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyan dê li gelek bajar û navçeyan xebatên hilbijartina xwecihî birêve bibin.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Navenda Colemêrgê û Navçeya Geverê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî li navçeyên Bazîd, Giyadîn û Avkevirê dê bi gel re bên gelhev. (11.00-15.00)   * Têkildarî naveroka 17'emîn Mihrîcana Navnetewî ya Fîlmên Jinan a Fîlmmor a Gerok ku di 7'ê Adarê de dest pê bike dê li Navenda Çandê ya Firansiz civîn çapemeniyê bê lidarxistin. (14.00)   * Odeya Bijîşkan a Amedê dê "Xelata Aştî, Dostaniyê û Demokrasiyê" ku her sal dide kesên layîq hatine dîtin eşkere bike. (12.00)    * Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li gelek deveran di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de rêzeçalakiyan li dar bixin. (13.30)   * Danişîna doza der barê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku niha girtî ye dê bê dîtin. (14.00)