Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin 2017-11-07 14:40:43 ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê di roja 364’an de domiya. Polîsên mudaxileyê çalakiyê kirin bi lêdanê 3 kes binçav kirin.   Çalakiya greva biçîbûnê ya akademîsyen Nuriyê Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê ji kar hatin avetin di roja 244’yan de berdewam kir. Çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 364’an de dîsan bi mudaxileya polîsan berdewam kir. Polîsên mudaxileyî çalakgeran kirin bi êşkencê 3 kes binçav kirin.