Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin 2019-03-03 14:32:25   STENBOL - Kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev êrîşî buroya hilbijartinê HDP’ê ya Esenler kirin. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û got: “Ev êrîş ji ber zimanê bijehr ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”     Kesên nasnameya wan ne diyar, dun bi şev êrîşî buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Esenler a Stenbolê kirin. Kesên ketin hûndirê buroyê, hemû al û pankartên buroyê qetandin. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û got: “Ev êrîş ji ber zimanê bijehr ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”     ‘QEYDÊN KAMAREYAN HENE’   Alphan, diyar kir ku ewê debarê êrîşê de serlêdanên pêwîst bikin û wiha bilêv kir: “Qeydên kamereyan hene. Me ev rewş ji ewlekariyê ragihand. Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser me, emê saet 17.00’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li welatiyên xwe dikin ku bên beşdarî daxuyaniyê bibin.”