Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn 2019-03-03 13:19:10   SILÊMANÎ - Hat diyar kirin ku li Herêma Federal a Kurdistanê, dadgeha Silêmaniyê derbarê Serokê Tevgera Nifşê Nû  Şaswar Evdilwahîd de, biryara girtinê da.     Hat diyar kirin ku dadgeha bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê, darbarê Serokê Tevgera Nifşê nû Şaswar Evdilwahîd e biryara girtinê daye. Dadgehê bi hinceta Evdilwahîd di axaftinên xwe de "Rayedarên dewletê kêm dixe" biryara girtinê da.    Evdilwahîd, li dijî vê biryara dadgehê derket û got: "Min tu sûc nekiriye û ezê bi şanazî biçim dadgehê."