Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir 2019-03-03 13:10:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlû ya li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, ji bo şikandina tecrîdê dest bi reva birçîbûnê ya 15 rojan kir.    Li gorî Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Çîçek Otlû ya li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, ji bo şikandina tecrîdê dest bi reva birçîbûnê kir.    Otlû û endamên ESP’ê yên girtî, bi armanca piştgirî dayîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya  Colemêrgê Leyla Guven, a  116 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, ji bo 15 rojan dest bi reva birçîbûnê kirin.