Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-03-03 11:42:11   STENBOL - Li navçeya Beyogluya Stenbolê li avahiyekê şewat derket û di şewatê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li avahiyek 5 qatî ya li Taxa Asmalimescît a Navçeya Beyogluya Stenbolê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Hat zanîn ku di şewatê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî hat rizgarkirin. Komên agirkujiyê şandin cihê bûyerê û mudaxeleyî şewatê kirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.