Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên 2019-03-03 11:29:58 NAVEND NÛÇEYAN - Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê li her cihê diçinê rastî eleqeyek mezin tên û bi heskirin tên pêşwazîkirin. Namzetên Hevşaredariyên Bajarê Mezin ê Meletiyê û navçeya Battalgazî rastî coşa gel hatiz.   Namzetê Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Bajarê Mezin a Meletiyê Yûsûf Bozkûş û namzetên Hevşardariya Navçeya Battalgazî Huseyîn Kiliç, Rûken Bîlgîç û rêveberên partiyê xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Namzetên hevşaredariyan, li Taxa Ornek beşdarî loqmeya Xizir a Komeleya Alewiyan lidar xist bûn û dûre li Taxa Paşakoşku esnaf ziyaret kirin.    Namzetên Hevşaredaran Bazara Şemiyê ya li ser cadeya Mehmet Akîf Ersoy hat danîn, ziyaret kirin û pirsgirêkên bazarvan û welatiyan guhdar kirin. Welatiyan derbarê krîza aborî û giranbûna bihayê fêkî û zerzewatan de gilî û gazincên xwe kirin. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin Yûsûf Bozkuş, diyar kir ku wan îro esnaf  ziyaret kirin û wiha got: “Eleqeyek mezin a gel ji bo me heye. Dema ku em li vê eleqeyê mêze dikin, em dibînin ku heskirinek mezin ji HDP’ê re heye. Gel ji AKP û MHP’ê gelek bi gazince. Ev yek hêviyê dide me. Teqez emê qezenc bikin.”