Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê 2019-03-03 11:11:56   ENQERE -  Endema Koseya Navenda TTB’ê Selma Gungor, diyar kir ku ji bo kontrolkirina grevên birçîbûnê, divê destûr bê dayîn ku şandeyek serbixwe bikeve girtîgehan û got: “Hikumet mecbure ku bersivê bide grevên birçîbûnê.”   Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 116'emîn de, berdewam dike. Çalakiya 331 girtiyên bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kirin jî, di roja 78’an de didome.    Endama Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên Guven û girtiyan ên gihane asteke krîtîk û bang li hikumetê kir ku gav bavêje.    Gungor, diyar kir ku li Tirkiyeyê çalakiyên grevên birçîbûnê tim tên lidarxistin û wiha axivî: “Ji bo ku em pêvajoya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bişopînin, me komîsyonek ava kir. Erka serke ya vê  komîsyonê, şopandina grevên birçîbûnê yên li girtîgehane. Hemû agahiyên me heya niha ji girtîgehan girtine, emê di demek nêz de berhev bikin û daxuyaniya pêwîst bidin.”   ‘EM HIŞYAR DIKIN’   Gungor, anî ziman ku li hin girtîgehan pêdiviyên girtiyên di grevên birçîbûnê nayên pêşwezî kirin û wiha got: “Mînak divê şekir, av, xwê, sodyum û vîtamîna B1 ji bo girtiyan bên dayîn. Li hin girtîgehan tenê şekir û avê didin girtiyan. Dema li ser vê yekê giliyên girtiyan ji me re hatin, ew rayedarên girtîhan hişyar kirin.”   ‘DAYÎNA KÎLOYAN ’   Gungor, da zanîn ku grevên birçîbûnê ne “pirsgirêka tenduristiyê ye” û wiha bilêv kir: “Grevên birçîbûnê piştî demekê, giran dibin. Piştî demekê divê kîlo, tansiyon û nabiz bi awayekê pergalî bên şopandin. Di pergala mirovan de xirabî destpê dike. Emelê mirovan diçe. Mirov ji hêzê dikevin û enfeksiyon pêş dike. Mirov li hemberî ronahiyê, dengan, bêhnê û tam girtinê hesas dibin. Ev yek nîşaneyên xirabûna tevnêne.”   ‘KÎJAN GIRTÎ DI KÎJAN ASTÊ DEYE EM NIZANIN’   Gungor, destnîşan kir ku daxwaza şandeyên serbixwe yên odeyên bijîşkan ên ketina girtîgehan ji aliyê rayedarên girtîgehan ve  hatin red kirin û wiha domand: “Ji ber ku tu têkiliya me bi bijîşkên girtîgehan re nîne û bijîşkên şandeyên serbixwe jî nagirin girtîgehan, rewşa kîjan girtiyê di kîjan astê deye em nizanin. Rewş tenduristiya girtiyan di kîjan astê de ye em nizanin. Divê girtî agahiyên encamên grevên birçîbûnê bi rêyên kesên bi wan ewlene re bişînin. Divê bijîşkên serbixwe bikevin girtîgehan û raste rast rewşa girtiyên digreva birçîbûnê dene bişopînin. Pêwîste ku rêzê bidin vê vîne.”   ‘MECBÛRE KU MAFÊ XWE YÊ JIYANÊ BIPARÊZE’   Gungor, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kesên di greva birçîbûnê dene, nexwazin xwe bikujin. Armanceke wan heye û ji bo bigihin vê armanca xwe dikevin greva birçîbûnê. Desthilatdariya siyasî jî divê vê rewş li ber çavan bigire. Hikumet berpirsê hemû welatiyên li Tirkiyeyê dijîne. Ji ber vê yekê, berpirsê welatiyên li girtîgehane jî. Mecbûre ku mafê girtiyan ê jiyanê biparêze û bersivê bide grevên birçîbûnê.”   MA / Dîren Yûrtsever