Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin 2017-11-07 13:46:43 URMIYE- Hezên Îranê li herêma Xoyê ya  parêzgeha Urmiyê kolberek 13 salî yê sînorê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi îşkencê kuştin. Li gorî nûçeya malpera Kargernews a Îranê, hezên Îranê zarokek kolber ê bi navê Resul Yusif ê 13 salî di 06’ê Mijdarê ser sînorê Qetûr ê herêma Xoyê ya Urmiyê bi îşkencê kuştin. Hata ragihand ku ji ber îşkenceyê xwîn rijiya ser mejiyê Resul Yusif û jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku gel zarokê 13 salî 20 lître benzîn hebû û dixwest di sînor re derbas bike, lê hêzên Îranê ew girtin û bi îşkencê kuştin.    Piştî bûyerê welatiyên gundê Qetûr li ber baregeha leşkerên Îranê ya li gund, di dema wergirtina cenaze de çalakî lidar xistin. Welatiyan li dijî hovîtiya leşkarên rejîma Îranê nerazîbûn nîşan dan. Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî bi dehan kolber leşkerên îranê gule li wan reşandin û qetil kirin. Hefteya borî jî du kesên bi navê Mecîd Dalayî Mîlan û Seîd Îsmaîl Yar di dema şerê di navbera hêzên rejîma Îranê û hêzên partiyek kurdan de, bûn hedefa guleyên hêzên Îranê û jiyana xwe ji dest dan.