ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN 2019-03-03 09:00:27   * Şadiye Manap ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand û got: "Jiyana mirov biqîmet e û ger bê fedakirin, tenê ji bo armancên biqîmet tê fedakirin."    * Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê destpêkirin nirxand û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan, yekser ji Qesrê tê birêvebirin."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Qers di warê dîrokî û çandî de bajarekî dewlemend e, lê mixabin niha bi herî, kort û çopê tê bilêvkirin. Temellî, anî ziman ku ew dixwazin Qersê veguherînin bajarekî mînak.    * Hatay, bi dîrok û çanda xwe, wekî bajarê şaristaniyan tê pênasekirin. Lê belê, ji ber şerê li Sûriyeyê niha ketiye weziyeteke ku bi navê ewlehiyê tiştek lê nema ye. Di sala 1939'an de, daxilî xaka Tirkiyeyê bû. Lê belê, niha ji ber tevdîrên polîsiyî, pîvanên leşkerî û liv û tevgera endamên rêxistinên selefî, mirov dibê qey komareke cihê ye.    * Jinên li dor dirûşmeya "Jinên piştgiriyê didin Leylayê û dibin dengê wê" hatin cem hev û kampanyayek dan destpêkirin, diyar kirin ku ji bo Leyla bijî divê ew hîn bêtir bitêkoşin û gotin: "Divê em daxwaza Leylayê li her derî belav bikin."    * Endema Koseya Navenda TTB’ê Selma Gungor, diyar kir ku ji bo kontrolkirina grevên birçîbûnê, divê destûr bê dayîn ku şandeyek serbixwe bikeve girtîgehan û got: “Hikumet mecbure ku bersivê bide grevên birçîbûnê.”   *Komek kes dê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê, derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê yên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyan de daxuyanî bidin û piştî daxuyaniyê dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.  (12.00)   *Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Akdenîzê, dê xebatên hilbijartinê birêve bibin. (10.00-19.00)   *Li navçeyên Qilaban û Elkê yên Şirnexê, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şendeya gel wê, dê bûroyên hilbijartinê bên vekirin. (12.00 - 15.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê li Îdîrê û navçeya Tûzlûca bi gel re bên gelhev. (11.00-15.00)   *Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dê li Taxa Demîrkapî ya Bagcilarê şahiyekê li dar bixe. (18.00)   *Namzetên HDP'ê yên hevşardariya Bajarê Mezin a Wanê dê projeyên xwe eşkere bikin (10.00-13.00)   * Meclîsa  Jinan a HDP'ê, dê li Amedê panela "Ewlekarî, jin û şer/1325 NY" li ser bixe. (13.00)   *HDP, dê li Taxa Sultangazî Gazî de, buroya hilbijartinê veke. (15.00)   *Komeleya Dildarên Derdorê, dê kongreya xwe ya aseyî li Heskîfê li dar bixe. (14.00)   *Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, dê li Taxa Cûdî buroya hilbijartinê veke. (19.30)   *Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, dê bi şîara “Ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin; em li dijî krîz, şer û tundiyê li qadane!” li Qada Bazara Bakirkoyê dê mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dar bixe. (13.00-17.00)   *Platforma Jinên Dersimê, dê di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li avahiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) panelekê li dar bixe. (15.30)