'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê' 2019-03-02 19:15:10   ŞIRNEX –  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Şirnexê bersiva Erdogan da û got: "Ev welat welatê me ye, ev ax axa me ye, Tirkiye ya me ye. Ger kesek hebe û divê biçe, ew jî Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ye. Em ê di 31'ê Adarê de wan bişînin ser sergoyê dîrokê."    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û heyeta li gel wê, piştî vekirina buroya hilbijartinê ya li Silopiyayê çûn navenda Şirnexê.    ‘ÊDÎ RAYA XWE NEDIN AKP'Ê'    Di dema vekirina buroya hilbijartinê de nazmetên HDP'ê yên Şirnexê Hişyar Osal û Nûrxan Alturk gel silav kirin. Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û got: "Em ê di 1'ê Nîsanê de bi vê coşê govenda serketinê bigerînin. Em ê qeyûman bişînin Enqereyê." Ozturk, Hecî Lokman Bîrlîkê ku di dema qedexeya derketina derve de li paş wesayîta zirxî hat girêdan bi bîr xist û got: "Goristan hatin rûxandin. Rêzê nîşanî nirxên me nadin. Ev jî nîşan dide ku pergal wekî dijminan nêzî kurdan dibe." Ozturk bang li kesên dengê xwe didin AKP'ê kir û got: "Êdî raya xwe nedin AKP'ê."    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî, destnîşan kir ku dewletê xwestiye Şirnexê ji xerîteyê bibe, lê belê nikaribûye û got: "Divê hûn bersiveke mezin bidin faşîzma AKP'ê ku serî bitewîne."    'EM Ê HACI LOKMAN JI BÎR NEKIN'   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn bûldan jî got: "Me li Şirnexê strata hilbijartinê da. Çimkî em ciwanên Şirnexê, em Haci Lokman Bîrlîk ji bîr nakin. Wê kurd tu carî tiştên li vir qewimîn ji bîr nekin. Di ser re sal derbas bibin jî em ê ji bîr nekin. Em ê tax û malên me yên hatin rûxandin, mirovên me yên hatin kuştin ji bîr nekin. Lê em ê li ser sindoqê bersiva kesên ev tişt kirine bdidin. Çimkî em baş dizanin, ev pirsgirêk bi şer û pevçûnan çareser nabe. Em dildarê azadiyê ne. Çimkî em bi edalet û hiqûqê bawer dikin. Lê belê niha li Tirkiyeyê hiqûq û edalet tê binpêkirin. dîlgirtina siyasetmedarên me nîşaneya vê yekê ye. Lê em ê di 31'ê Adarê de, li Şirnexê bi reoqreke mezin bersiva wan bidin. Em ê şaredariyên xwe yeko yeko ji wan bistînin. Çimkî şaredarî yên we ne. Hûn ê şaredariyan bi dest bixin û bi rê ve bibin."      Bûldan, bal kişand ser çalakiya Leyla Guvenê jî û got: "Jinek heye, bedena xwe daye ber birçîbûnê. Divê em li cem wê cih bigirin. Ev berpirisyriyeke dîrokî ye. Îktîdarek heye, xwe li guhnedêriyê datîne. Jiyan mirovan ne xema vê îktîdarê ye, xema wê tenê qoltix û îktîdar e. Tenê HDP, li ser zimanê wan heye. Ji me re dibêjin terka vî welatî bikin. Lê em jî ev welat welatê me ye, ev ax axa me ye, Tirkiye ya me ye. Ger kesek hebe û divê biçe, ew jî Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ye. Em ê di 31'ê Adarê de wan bişînin ser sergoyê dîrokê."