Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş 2019-03-02 15:40:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Şaxên ÎHD'ê û parazvanên mafên mirovan bi armanca balê bikişînin ser tenduristiya girtiyên nexweş li 3 bajaran daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan di daxuyaniyan de xwestin girityên nexweş bên berdan.  Komisyonên Girtîgehan ên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  û Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li 3 navendan daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Parazvanên mafên mirovan li Edene, Stenbol û Îzmirê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    EDENE    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê ku her hefte daxuyanî dide, vê hefteyê jî li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî da û bal kişandin ser girtiyê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê Mehmet Emin Oruç. Endam û rêveberên HDP û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAYDER) jî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan, di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emin Oruç bê berdan" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Komê dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan" berz kirin. Berdevka Komîsyona Girtîgehan Prz. Zelal Demiray daxuyani da û diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD'ê li Tirkiye 402 jê giran bi giştî Hezar û 154 girtî nexweş in.  Demiray, anî ziman ku ji bo tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin ji 1'ê Adarê û şûnde li hemû girtîgehan dest bi grevê kirine û Demiray, xwest daxwazên girtiyan pêk bê û tecrîd bi dawi bibe."   Prz. Demîrel, herî dawî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emin Oruç û got: Oruç 2 caran anjiyo bûye. Gelek kîlo winda kiriye. Mehmet Emin Oruç û girtiyên din divê bi lez bên berdan.     STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'e ya Stenbolê jî bi heman armancê xwestin di hefteya 362'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. Lê polîsên ku qad dorpêç kiribûn dîsa destûr nedan. Komîsyonê vê cari li ber avahiya ÎHD’ê ya li Kolana Taksîmê daxuyanî da çapemeniyê. Li vir jî malbat û parazvanên mafên mirovan heman pankart, dowîz bilind kirin û heman dirûşme berz kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser çalakiya Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Endama Komîsyona ÎHD'ê Hatice Onaran, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe 115 rojin di greva birçîbûnê de ye wiha got: "Piştî Guven dest bi grevê kir, li girtîgehên din jî çalakî her ku diçe belav dibin. Divê dewlet hiqûqa xwe pêk bîne."     Onaran, anî ziman ku Tokmak di Kanûna 1992'an de hat binçav kirin û piştî îşkenceyê hat girtin. Onaran, da zanîn ku ji ber Tokmak bi tirkî nizanibû, xwest bi kurdî îfade bide û wiha got: "Fatma Tokmak, ji ber îşkenceyê dilê wê zerar dîtiye. Tokmak bi rapora Saziya Tipa Edlî di 2006'an de hat berdan. Piştî dadgehê cezayê wê erê kir, di 2010'an de disa hat girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ye. Gelek nexweşiyên wê hene û divê bê berdan. Divê Fatma Tokmak bê berdan û tecrîd bi dawî bibe."    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD'ê ya ÎZmirê jî bi heman armancê li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Ali Aydın, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahfuz Dorudemîr. Aydin, anî ziman ku Dorudemîr ê 53 salî di sala 1996'an de li Mêrsînê hat girtin û rastî cezayê muebetê hat û wiha got: "Dorudemir ji ber ku di bin çavan de demek dirêj rastî îşkenceyê hat niha nexweş e. Nexweşiya wî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin e.