Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê 2019-03-02 15:13:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat û Endamê Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li Parlamentoya Swêd ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat û Endamê Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navnetewî Yekbûn Alp, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê li Parlamentoya Swêdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Rîazat û Alp beriya ku dest bi greva birçîbûnê bikin li Parlamentoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rîazat diyar kir ku cîhana derve, ji bo tiştên ku li Tirkiyeyê dibin çavê xwe digire, ji bo bêdengiya heyî xira bikin bi Yekbûna Alp re dest be greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dikin.   Rîazata, anî ziman ku Partiya Çepgir a Swêdê her carê destekê dide Tevgera Azadiyê ya Kurd, li cem HDP’ê disekine û wiha got: ”Li Swêdê li gel ku grevên birçîbûnê ne rêbazeke têkoşînê ya wiha ku em hînî wê bûne lê ji ber ku rewşa li Tirkiyeyê ne rewşeke asayî ye, ji ber ku mafê mirovan gelek caran tê binpêkirin, ji ber ku em rewşa Tirkiyeyê şermezar bikin em dikevin greva birçîbûnê.”   ‘DIVÊ HIKÛMETA SWÊD PIŞTEKÊ BIDE GREVÊ'    Parlamenter Yekbûna Alp jî diyar kir ku Parlamentoya Swêdê ji bo ku demokrasiyê û mafê mirovan temsîl dike û hê jî dengê azadî û aştiyê ye li Parlamentoyê dest bi greva birçîbûnê dikin û Swêd wiha rexne kir: ”Vê parlamentoyê mafê mirovan parastiye û bi bilindkirina dengê xwe kiriye ku hemû cîhan dengê Swêdê bibihîse. Em, ji ber ku Parlamentoya Swêd li ber grevên birçîbûnê bêdeng maye û mîsyona xwe bi cih neaniye li vir greva birçîbûnê didin destpêkirin. Ev greva birçîbûnê ji bo demokrasî, mafê mirovan û aştiyê ye. Ji ber vê divê hikûmeta Swêdê destekê bide çalakgerên greva birçîbûnê.”   Alp, da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navnetewî ye û wiha axivî: "Tenê bi daxuyaniyan mirov nikare destekê bide çalakgerên greva birçîbûnê. Êdî dem hatiye ku gotin veguhere çalakiyê. Heke ji dil berevaniyê li mafê mirovan dikin divê li dijî binpêkirina mafê kurdan zextê li Tirkiyeyê bikin. Her wiha divê bixwzin ku tecrîd rabe.”   ‘EMÊ BI HEVRE TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'    Alp têkildarî çalakiya Leyla Guven jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: ”Leyla Guven sembola têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e. Jinên kurd di dîrokê de tim li pêşiya têkoşînê cih girtine, bûne pêşengên aştiyê. Em ê bi hev re dawî li vê bêdengiyê bînin û tecrîdê bişkînin. Zextên Erdogan çendî zêde bin jî em, ên ku aştiyê dixwazin, bi ser bikevin.”   TIRKIYE REXNE KIRIN   Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kadir Kasirga jî tevli daxuyaniyê bû û destek da çalakgeran. Kasirga diyar kir ku wî jî grevên birçîbûnê aniye rojeva parlamentoyê û ji bo desteka li greva birçîbûnê ew ê tim di rojevê de bihêlin. Kasirga bi bîr xist ku rewşa tendiristiyê ya Leyla Guven krîtîk e û polîtîtîkaya Tirkiye wiha rexne kir: “Bûyerên li Tirkiyeyê bi temamî berevajî ne. Li Tirkiyeyê rêveberiya otorîteya yek zilamî heye. Erdogan biryara her tiştî dide. Ev wiha nadome. Yek ji welatên herî pêşketî yên Ewropa Swêd pirsgirêka kurd li gorî welatên din Yekîtya Ewropayê kiriye rojev. Em parlamenter divê vêya biddomînin. Abdullah Ocalan ne tenê girtiyek e, lîderê ku di navenda hevdîtinên aşitî yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de rol girtiye. Dewleta tirk bi tecrîda li ser Ocalan re peymanên navnetewî binpê dike. Em daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî dikin.”   Piştî axaftinan Rîazat û Alp tîşortên wêneyên Leyla Guven li ser, li xwe kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî ku parlamento hate girtin Rîazat û Alp çûn lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û çalakiya xwe li wir didominin.   Parlamentera Partiya Çep Lorena Vargas Delgado jî têkildarî greva Riazat û Alp wiha got: “Piştevaniyekî mînak e ji bo grevên birçîbûnê. Divê em bihêz zextên li dijî girtiyan ên li Tirkiyeyê protesto bikin. Divê Tirkiye demildest tecrîda lis er Ocalan rake û girtiyên politîk berde.”   ‘BILA TIRKIYE RÊZÊ NÎŞAN BIDE'   Wênegir û Karîkaturîst Lennart Asp jî balkişand li ser hebûna PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên terorê de û wiha got: “Ji ber ku PKK di lîsteya rêxistina terorê de ye cîhana ji derve li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng e. Welatên Ewropa ditirsin ku Erdogan penaberên Sûriyeyî bişîne Ewropayê. Lê li Ewropa gelek kes jî piştgirîyê didie têkoşîna gelê kurd.”   Endamê Meclisa Şaredariya Stockholm û Forûma Çep a Navnetewî Rodrîgo Arce jî got ku ew piştevaniya têkoşîna gelê kurd dikin û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê gelek HDP’yî di girtîgehê de ne. Parlamenter û hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li girtîgehê tê girtin. Em daxwaz ji Tirkiyeyê dikin ku rêzê ji bo mafê girtiyan bigre û destûra hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re bide.”