Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin 2019-03-02 14:12:07   KOLN - Polîsê Alman çalakgerê greva birçîbûnê Mustafa Tuzak ê 49 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ye, bi lêdanê binçav kirin.    Polîsên Alman, çalakgerê greva birçîbûnê Huseyîn Tuzak ê 49 rojin rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li Kolnê bi lêdanê binçav kirin. Dema Mele Mustafa Tuzak xwest li Kolnê beşdarî mîtîngê bibe, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku dema Mustafa Tuzak xwest tevî berdilka grevê derbasî qadê bibe polîsan bi zorê berdilk ji wî kiriye û bi tundiyê ew binçav kirine. Hevseroka KCDKE Fatoş Goksungur, anî ziman ku Hevalê wan Mustafa Tuzak 49 rojin di grevê de ye û dema xwest qada mîtîngê bibe polîsan bi tundiyê binçav kiriye û got: "Polîsan bi gulman li serê Mustafa Tuzak xistine û dema xistine erdê serê wî eciqandine."