Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin 2019-03-02 13:59:00   COLEMÊRG - Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş, xwest ku hemû jinên Colemêrgî bi rengên xwe beşdarî mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya di 4’ê Adarê de, bê lidarxistin bibin.    Namzeta Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş, jin vexwendin mîtînga di 4’ê Adarê de ya bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan bê lidarxistin. Ataş, diyar kir ku ev nêzî mehekê ye, di çarçoveyê xebatên hilbijatinê de, gund bi gund, tax bi tax digerin û wiha got: “Em jin tên gel hev. Di van hevdîtinên me, me bertekên erênî ji gel girt. Weke tê zanîn di 31’ê Adarê de hilbijartine. Dinava vê mehê de rojên girîng ên weke 8’ê Adarê û 21’ê Adarê hene. Em hemû xebatên xwe bi re dimeşînin.”    ‘EM BI RENGÊN XWE BEŞDARÎ MÎTÎNGAN BIBIN’   Ataş, da zanîn ku li tevahiya bajêr ewê heya hefteyekê 8’ê Adarê pîroz bikin û ev bang li jinan kir: “Emê mîtîngekek bi coş li dar bixin. Mîtînga me ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê di 4’ê Adarê de bê lidarxistin. Hevseroka me ya Giştî Pervîn Bûldan dê beşdarî mîtîngê bibe. Bi vê boneyê, em bang li jin û hemû kesan dikin ku bi kincên xwe  yên rengin û coşek mezin beşdarî mîtîngê bibin. Werin em hatina biharê, di 4’ê Adarê de bi hevre pîroz bikin.”