Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir 2019-03-02 13:25:47 ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û kesên pêre, di ketina Sîlopî de, ji aliyê bi sedan kes ve bi berzkirina  dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” hatin pêşwazîkirin. Bûldan di ketina navçeyê de bi gel re guven geran û jinan Buldan hembêz kirin.  Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta li gel wê, îro xebatên x we yên hilbijartinê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê domandin.     Bûldan û heyeta gel wê, yên ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya ji bo Namzetên Hevşareariyên Sîlopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk hatin bajêr, ji aliyê bi sedan kes ve bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” hatin pêşwazî kirin. Bûldan, heya demê di ketina navçeyê de bi gel re guvend gerand. Bûldan a jinan hembêz kir, dîsan li otobusê siwar bû û beşdarî konvoya hilbijartinê bû. Sîlopiyan, dema konvoy didîtin, bi berzkirina fitîk, lêxistina çepik û nîşaneyên serketinê, heskirina xwe ji HDP’ê re nîşan dan.    Jinên beşdarî konvoyê bûn, bi berzkirina tilîliyan coşa di konvoyê de mezintir kirin. Jinên dengên starên konvoyê dibîhistin, dadikevin kolan û dihat ser cadeyan. Dikandar û karkerên înşaetê bi cihên xwe yên kar Bûldan û şandeya wê silav kirin. Welatiyên konvoy didin, bi konvoyê re meşiyan heya cihê vekirina buroyê.    GEL HERIKÎ QADÊ   Bi sedan welatiyên flamayên HDP’ê kiribûn destên xwe, berî vekirina buroyê herikîbûn Taxa Dîcle ye. Her deqe û kêliya derbas bû, girseya li ber avahiya  buroyê bi tevlîbûna ciwanan mezintir bû. Jinên ku kincên herêmî li xwe kiribûn, bi rengên xwe qada xemilandin, zarok û ciwanan jî bi coşek mezin bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.