Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir 2019-03-02 10:52:19 ŞIRNEX - Cizîra ku 3 salên rakirina qedexeya derketina derve paş xwe de hişt û berî hilbijartina 31’ê Adarê carek din rengê vîna xwe diyar kir, dişibe jineke ku leçeka wê ber bayê ketî û beyî ku guh bide kesekê guvenda xwe digerîn e.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi tenpoyek mezin xwebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê bi rêve dibe, duh li Cizîr û Qersê starta bernameyên mîtîng û hevdîtinên gel ên herêman da. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî duh li Qers û Cizîrê dest bi geşta xwe ya herêmên kirin. Hevserokên Giştî dê ji du aliyan ve navçe bi navçe û bajar bi bajar li herêmê bigerin û bi gelre bên çem hev.   Hevseroka Giştî Bûldan berî bê Cizîrê, bi rojan xebatên amaderiya hevdîtina gel hatibûn kirin, belavok hatibûn belavkirin û gel dawetî buroya li Taxa Nûr bê vekirin hatibûn kirin. Çend saet berî vekirina buroyê jî, HDP’iyan hîna jî belavok belav dikirin û gel vedixwendin vekirina buroyê. Malbatên belavok digirtin, kêliyên bi hestiyan diyan û peyama “Emê qezenc bikin” didin HDP’iyan.    ÊRÎŞÎ NIRXÊN KURDAN KIRIN    Ne hêsane…Keleha Botanê Cizîr, di qedexeyên derketina derve yên di 14’ê Kanûna 2015’an de, hat îlankirin û heya 2’yê Adara 2016’an dewam kir de, şahidiya gelek bûyerên bi êş kir.    Ji malbatên xizmên xwe di jîrzemînan de hatin kuştin bigirin û heta malbatên hîna jî ne gehiştinê zarokên xwe yên girtî li Cizîrê hene. Weke ku ev ne bese be, qeyûm tayînê şaredariya Cizîrê hat kirin û êrîş li dijî nirxên Kurdan pêk hatin. Yek ji van nirxên herî zêde tê zanîn, rûxandina koleya saetê û peykerê Parlementerê berê Orhan Dogan ê eslê xwe ji Cizîrê bû.     Dîsan cihên aîdê miduriyeta jinan ên hatin girtin, teslîmê serokatiyên Baskên Jinan ên AKP’ê hatin kirin û ew cih kirin Qûrsên Qûranê û qûrsên dirûtinê.    Îro li Cizîrê, 3 sal bi ser rakirina qedexeyên derketina derve re derbas bûn, hîna jî êşa kesekê kêm nebûye, bûyerên hatin jiyîn kesekê ji bîr nekiriye û tu carî ji bîr nakin. Lê Cîzîrê, carek din got “jiyana bi êş nabe” û berxwedana ji bo xwe hilbijart. Ne ez, tiştên di tûra otobusa hilbijartinê ya HDP’ê de hatin jiyîn vê dibêje.    ÇAWAN KU DENGÊ STARANÊ BIHÎSTIN    Bûlda û kesên li gel wê, duh bi otobusa hilbijartinê, ji Taxa Konak destpêkirin li ser Cadeya Nisêbînê heya Taxa Nûrê li navçeyê tûr avêtin. Di dama avêtina tûrê de coşa gel, kelecanıya gel û keyfxweşiya gel hêjayî dîtinê bû. Jinên ku leçeka wan li ber bayê ketî û beyî ku guh bidin kesekê guvenda xwe digerandin.  Dîsan karkerên înşaetê, demek kûrt dest ji karê xwe berdan û bi moralek mezin konvoya Bûldan silav kirin. Kesên ku dengê staranên HDP’ê dibîhistin dibeziyan ser cadeyê û digotin “HDP gele, gel li vire.” Dîsan ciwanên, heya hindurê çavên wan jî dikeniyan, bi dengên bilind dirûşme berz dikirin. Zarokên ku alên HDP’ê xistibûn destên xwe, bi eşqa azadiya nîşaneyên serkeftinê bi tiliyên xwe yên biçûçik çêdikirin û li HDP’iyan li ba dikirin. Hemû dikandarên ji dikanên xwe derdikevin, bi nîşaneyên serketinê keyfxweşiya xwe parve dikirin. Dîsan mirovên ji balkên malê xwe derdiketin û sedan mirovên din…   BERSIVA CIZÎRÊ   Gelê Cizîrê yê berî 3 salan, ji bo wê dihat got, “Ev gel dê çawan birînên xwe derman bike?” mîna Dîcle bû lehî û herikî kolan û koçeyan.     Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan duh li Cizîrê wisan xitabî gel kir "Qeyûmên heqaret li nirxên gelê Kurd kirin û vîna gelê Cizîrê tune hesibandin, em ê paşve bişînin Enqerê. Em ê di 31'ê Adarê de dersek mezin bidin wan." Gelê Cizîrê jî li ser vê peyva Buldan, kenê xwe li kesên hêvî ji polîtîkayên qeyûman kirin.    MA / Zuhal Atlan