Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn 2019-03-02 09:15:54 AMED – Ji dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê Nora Morales Cortinas, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir û destên aştiyê dirêjî hev kirin. Cortinas ji Guven re helbest xwend, pirtûka kurdî diyarî kir û got ew ê çalakiya Guven û girtiyan bibe li Arjantînê vebêje.  Hevserok Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 115’emîn de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger li mala xwe ya li Amedê didomîne. Gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi şandeyan di nava rojê de tên Guven li malê ziyaret dikin û piştevaniya xwe tînin ziman. Ligel ziyaretên ji hundirê welat, şande û kesayetên ji qada navnetewî jî tên ziyareta Guven û piştevaniya xwe pê re parve dikin.    Li aliyekî ziyaretên şandeyên navnetewî didome û li aliyekî jî car carnan ziyaretên bi watedar jî pêk tên. Ji dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê ku di şer de zarokên xwe winda kirin e û ji bo zarokên xwe têkoşîna edaletê dan û didin Nora Morales Cortinas û 3 rojnamegerên biyanî tevî jinên HDP’yî Leyla Guven ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.    XEMGÎNÎ Û DESTÊN AŞTIYÊ    Guven bi kenê xwe û kêfxweşiyek mezin dayika Plaza de Mayo Cortinas pêşwazî kir û di vê kêliyê de destên xwe danîn ser û hev tenê bi destan hev hembêz kirin. Destên aştiyê yên Guven û Cortinas ku ketin ber objektîfan destên hêviyê bi bîra mirovan anîn. Di kêliya ziyarete de Cortinas ji bo çalakiya Guven helbestek xwend û li beramberî hev xemgîn bûn.    ‘EM Ê LI ARJANTÎNÊ ARMANCA TE VEBÊJIN’   Cortinas di ziyaretê de hestên xwe ji bo Guven anî ziman û got: “Ez ji Arjantînê heta vir ji bo piştgiriyê te hatime. Em ê ji niha şûn ve jî piştgiriya xwe pêşkêşî te û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de peşkeş bikin. Ez ê wate, girîngî û armanca çalakiya te bibim Arjantînê û ligel dayikên Plaza de Mayo parve bikim û em ê armanca te li welatê xwe vebêjin. Di şerê li welatê me de min jî kurê xwe winda kir. Hêj cenazeyê kurê min winda ye. Ji bo dîtina cenaze û lêgerîna me ya edaletê wek dayikên li vir çalakî û têkoşîna me dewam dike. Min tu demê wêneyê kurê xwe ji sitûyê xwe dernexistiye. Ez her tim bi wêneyê wî diğerim. Ew remza min e. Ji ber vê yekê ez pirr ji wate û girîngiya çalakiya we fêm dikim.”    GUVEN PEYAMA YEKÎTIYÊ DA   Guven jî da zanîn ku ew êşa dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê parve dike û got: “Li welat ango erdnîgariyên şer lê heye her tim êş hevpar in. Dayikên ku her tim li dijî şer aştiyê diparêz in û têdikoşin dê her dem piştgiriyê bidin hev û di nava yekîtiyê de bin.”    PIRTÛKA KURDÎ DIYARÎ GUVEN KIR    Herî dawî dayik Cortinas pirtûka bi navê “Gulê Gulîstan” a ku wêneyê rojnameger-wênesaz Zehra Dogan xêz kiribû kirine berga wê diyarî Leyla Guven kir.      MA / Bîlal Guldem