Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye 2019-03-02 09:10:42 STENBOL - OHD û ÎHD, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê raporek amade kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de raporek amade kirin. Parêzer Nagehan Avçîlû Emrah Baran, di 18'ê Çileyê de çûn girtîgehê û bi 6 girtiyan re 3 saetan axivîn.    Rapora hat amadekirin wiha ye:   “* Girtiyan bal kişand ser îşkenceya di 25-26'ê Îlona 2018'an de û îşkence ji ber ferzkirina jimariya li ser piyan pêk hatiye. Ji ber girtiyan jimariya li ser piyan qebûl nekiriye, gardiyanan avêtiye ser qawîşê û midûrê girtîgehê ji gardiyanan re gotiye 'çi hewce be bikin.' Piştî vê fermanê gardiyanan êrîşî girtiyan kiriye. Girtî, demeke dirêj hatine îşkencekirin û piştî îşkenceyê destên wan ji paş ve hatiye kelemçekirin û li ber dîwar wan dane sekinandin.    * Girtiyan got, gefa ji bo îşkenceyê, liv û tevgerên provakatîf didomin.    * Li girtîgehê, girtî tên tecrîdkirin. Mafên wan ên aktîvîteyên civakî û sohbetê tê astengkirin û nahêlin girtiyên siyasî bi hev re tev li aktîvîteyên civakiyî bibin.    * Li girtîgehê, girtî mafê telefonê bi hev re bi kar tînin, lê belê girtiyên siyasî yeko yeko ji qawîşan tên girtin û bi vî awayî mafên xwe bi kar tînin. Girtî ji hemû qadan tên îzolekirin.    * Midûrê girtîgehê bi zimanekî nîjaperest û tehdîdî nêzî girtiyên siyasî dibe û dibêje: 'Ez tirkê Telaferê me, bav û kalên me we mahf kir û hûn ê jî hêza tirkan bibînin. Hiqûq tune ye, ez heme.'    * Bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê tê birîn. Bi cezayê dîsîplînê berdana girtiyan tê astengkirin. Gelek girtî hene ku diviya salek berê bihatana berdan, lê belê ji ber cezayên dîsîplînê nayên berdan.    * Girtîgeh, saziyeke cemaweriyê ye, lê pênûsên li ser amblema partiya siyasî hene tên bikaranîn. Karmendên girtîgehê bi vî awayî qanûnê binpê dikin.    * Girtiyan nabin revîrê, mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin.    * Sewqa ji bo enxweşxaneyê bi derengî tê xistin. Di dema sewqkirina ji bo nexweşxane û edliyeyê girtiyan dixin rêzekê û li ber dîwar didin meşandin. Dema wisa dikin ji girtiyan re dibêjin 'Hîn we 12'ê Îlonê nedîtiye' û bi vî awayî girtiyan derb dikin.    * Nameyên ji Wezareta Dadê, ji dadgehan û saziyên civaka sivîl re tên nivîsandin nayên şandin.    * Bi awayekî kêfî lêgerîn tê kirin û li korîdoran bi awayekî xirab girtî tên sehîkirin.    * Girtî, îtirazî cezayên dîsîplînê dikin, lê belê daxwaznameyên wan ên ji bo îtirazê ji dadgehan re nayên şandin û ji ber cezayê dîsîplînê nayên berdan.    * Hin rojname nayên dayîn.    * Radyoyên girtiyan bi awayekî bêhiqûqî tên destgîrkirin û ji ber vê cezayê dîsîplînê jî tê birîn.    * Di dema sewqkirina nexweşxane û edliyeyê de, qeytanên pêlavên girtiyan derdixin. Ji ber girtî vê yekê qebûl nakin cezayê dîsîplîn û hucreyê li wan tê birîn.    * Gardiyan heqaretê li girtiyan dikin.    * Gardiyan, ji mirûdê duyem ê girtîgehê re dibêjin 'reîs'. bi vî awayî li dijî mewzûata sazî û dezgehên cemaweriyê tev digerin.    * Di dema hevdîtinê de, bi awayekî nebaş nêzî xizmên girtiyan dibin.    * Nameyên girtiyan nayên şandin.    * Bikaranîna gelek mafên qanûnî tên binpêkirin û îdareya girtîgehê di warê bikaranîna van mafan de li gor dilê xwe tev digere.    Di encama raporê de hat destnîşan kirin ku li girtîgehê maf bi awayekî giran tên binpêkirin û ev yek jî dibe sdema şik û gumanan. Hat gotin ku ji ber vê ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye û divê demildest heyetek biçe girtîgehê.    MA / Yasin Kobulan