11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin 2019-03-02 09:07:56 HATAY – Ji sivîlên ku li Efrînê OSO'yê ew binçavkirin û radestî TSK'ê kirin, der barê 11 kesan de bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî" doz hat vekirin.      Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), piştî ket Efrînê avêt ser malan û gelek sivîl binçavkirin û îşkence kirin. Ji kesên hatin binçavkirin 11 jê di 22'yê Îlona 2018'an de radestî MÎT'ê hatin kirin û bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî" der barê wan de doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Hatayê îdianam eamade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê jî îdianame qebûl kir.    BI ZORÊ DAN ÎMZEKIRIN    Xizmên sivîlan diyar kirin ku îfadeya li qereqola cendirmeyan ne aîdî xizmên wan e. Malbatan, anî ziman ku li qereqolê xizmên wan hatine îşkencekirin û îfadeyeke bi zimên ku ne ew û ne jî xizmên wan pê dizanin dane îmzekirin. Di îfadeyên li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê de, tê gotin sivîlên hatine binçavkirin li bajaroka Racoyê serefser Ogûz Kaan Ûstan û Çawîşê Pispor Mehmet Mûratdagi kuştine. Îdianame 18 rûpel e û 8 rûpel jê jî ji dîroka PKK'ê pêk tê û di 4 rûpelan de jî hatiye gotin ku têkiliya YPG û PKK'ê bi hev re heye. Lê belê di îdianameyê de der barê twanbarkirina 11 sivîlan de delîleke berbiçav tune ye.    Welatiyên sivîl -Raşit Maho, Cengiz Mustafa, İdris Mustafa, Mesud Mecid Kilkavi, Firaz Kilkavi, Hüseyin Kilkavi, Ahmet Maho, İbiş Maho, Ramadan Hanif Maho, Muhammed Cafer û Rezzan Behcet Ahmet ku anîn Hatayê, li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê hatin îşkencekirin û îfadeya wan di bin îşkenceyê de hat girtin. Li dozgeriyê jî bêyî ku dozger tiştekî ji wan bipirse ew sewqî dadgehê kirin û dadgehê jî bêyî pirsekê ji wan bipirse biryara girtina wan da.    Di îdianameyê de îfadeya şahid Alî Huseyîn jî cih digire. Lê belê îfadeya Huseyîn û îfadeya sivîlên ku bi îşkenceyê îfadeya amadekirî bi wan dan îmzekirin heman tişt e.    Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê, berê hevdîtin bi van sivîlan re çêkiribû. Ji van sivîlan Mesûd Mecîd Kilkavî û Îbîş Maho, gotibûn ew ne YPG'î ne, ew sivîl in û gotibûn: "Piştî TSK û OSO ketin Efrînê em hatin binçavkirin. Ji me re gotin 'hûn ê bêjin em YPG'î ne.' 12 rojan em îşkence kirin. Ji me re gotin 'ger hûn nebêjin em YPG'î ne, em ê heman tiştî bînin serê malbatên we jî.' Em jî mecbûr man vê gefê qebûl bikin.'    DANIŞÎN DI 25'Ê ADARÊ DE YE    Danişîna ewil a doza 11 sivîlan wê di 25'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê pêk bê.