ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN 2019-03-02 09:00:37 * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Hevrayê girt. Koordînatorê navendê yê berê Firat Duzgun, anî ziman ku piştî qeyûm hat tayînkirin xebatên wan ên der barê pêgirtiya tiryakê nîvco mane.  * Ji sivîlên ku li Efrînê OSO'yê ew binçavkirin û radestî TSK'ê kirin, der barê 11 kesan de bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û kuştina bi qesdî" doz hat vekirin.    * Ji dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê Nora Morales Cortinas, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir û destên aştiyê dirêjî hev kirin. Cortinas ji Guven re helbest xwend, pirtûka kurdî diyarî kir û got ew ê çalakiya Guven û girtiyan bibe li Arjantînê vebêje.    * A.Ç., bi rîşa zayendî ya xwarziyê parlementerê AKP'î re rû bi rû me. Li ser vê A.Ç., serî li CÎMER'ê da. Lê belê CÎMER'ê j re got: "Dev jê berdin. Ne hewce ye mirov mezin bike." A. Ç., xwest rêxistinên jinan alîkariya wê bikin.    * Platforma Jina ya 8'ê Adarê, ji bo mîtînga ku dê di 3'yê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bê lidarxistin û ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê da destpêkirin bang li hemû jinan kir.   * Li Qersê, kar û barê "Tifaqa Cumhûr" a AKP-MHP û tifaqa CHP, Partiya ÎYÎ û DSP'ê ku li dijî HDP'ê hatin çêkirin, rast nameşe. Her wiha tê gotin wê MHP, namzetiya namzetê xwe Çetîn Nazîk betal bike û wê li şûna wî kesekî ji AKP'ê bibe namzet.    * Rêxistinên civakî û pîşeyî biryara DMME ya der barê Heskîfê de nirxandin û diyar kirin ku têkoşîn bi dawî nebûye û têkoşîn dê bidome û wiha got: "Bi qasî têkoşînê rizgariya Heskifê nêzîk e."    * OHD û ÎHD, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê raporek amade kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye.    * Hin kesên nenas alayên li ber avahiya HDP'a Îskenderûnêê rakiribûn. HDP'a Îşkenderûnê, ji bo vê yekê serî li dozgeriyê da.    * Meclîsê berê daxwaza ji bo kartvîzîtên bi kurdî û ermenkî red kiribû. Lê belê niha jî ji bo kartvîzîtên bi zimanê din şert danî. Li gor şerta hatiye dayîn; ji xeynî tirkî, kartvîzîtên bi zimanê din wê bi heq bên çapkirin.    * Hatîp Dîcle, bal kişand ser "Darbeya 2'yê Adara 1994'an" û got: "Heman feraset niha jî di meriyetê de ye. Niha Çîller li gel hikûmetê ye. Di navbera AKP û MHP'ê de îtifaqeke kûr heye. Feraseta Mehmet agaran di meriyetê de ye. feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn."    * HDP dê di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, li gelek bajaran xebatan bi rêve bibe.     * Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan dê li navenda Şirnex û navçeya Sîlopî beşdarî vekirina buroyên hilbijartinê bibe. (11.00 -17.00)   *Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê li navçeya Qaxizman a Qers û navçeya Gole ya Erdexanê bi gel re bên gel hev. (11.00-14.00)   *HDP, ji bo danasîna namzetên hevşaredariyên navçeyên Stenbolê, dê li salonekê li Arnavûtkoyê civîna danasînê li dar bixe. (14.00-19.00)   *HDP, dê li navenda Mûşê buroya hilbijatinê veke. (14.00)   *Jin dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li navçeyên Erdîş û Westan bên gel hev. (11.00-13.00)   *Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê bi şîara “Ji bo maf û jîna xwe, jiyîn û dana jiyîn” li Qada Şaredariya Yalikavak şahiyekê li dar bixe. (12.00)   *Platforma Jinan a Dersimê, dê li avahiya KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere bike. (12.30)   *Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û windabên dîtin di hefteya 727'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê, bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane berdewam bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên winda û girtiyên nexweş dê di hefteya 471’an de carek din li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konak a Îzmirê duxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   *Şaxa Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Edenê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê li Parka Îsmet Înonu daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 363'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” berdewam bike. (13.30)   *Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)