Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin 2019-03-01 15:39:17 AMED - Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu, li Navçeya Sûrê ya ku 3 sal berê hemû bajarê dîrokî bi tang û topan gulebaran kirin û piştre bi kepçeyan xera kirin û li şûna wê xaniyên yek tîp ava kir axivî. Soylu, li salona dawetê ya Sûrê axivî û li xerakirinê mikur hat û got: "Li Sûrê hezar û 378  kargerî hatin xerakirin. 3 hezar kargeriyan dikan girtin."  Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu, li Navçeya Sûrê ku polîs, esker, tîmên taybet 3 mehan bi tang, topan bombebaran kirin û piştre bi kepçeyan tev xera kir axivî. Soylu, li salonek dawetê axivî îdîa kir ku hemû warê dîrokî ji aliyê PKK'ê ve ve hatiye xerakirin. Soylu HDP tawanbar kir û îdia kir ku HDP’ê têkiliya xwe û gel ji hev qut kiriye. Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat û got li navçeya Sûrê 3 hezar û 695 avahiyan zerar dît. Nêzî 3 hezar kargeriyan dikan girtin. Hezar û 378 kargerî hatin girtin. 638 avahiyên bi tescîllî zerar dît."