Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê 2019-03-01 15:29:45 QERS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî piştî navenda Qersê çû Bajarokê Bazarcixê û Navçeya Dîgorê û bi gel re hat gel hev. Temellî got: "Di dawiyê de jî em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê. Em ê Dîgorê ji qeyûm paqij bikin."  Heyeta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî piştî navenda Qersê derbasî Bajarokê Bazarcixê bûn û bi gel re hatin gel hev û gel silav kirin. Temellî û heyeta xwe piştî Bazarcixê derbasî Navçeya Dîgorê ya qeyûm tayînê wê hatibû kirin bûn. Kolanên Dîgorê ku bi alên HDP'ê hatibûn xemilandin bi qîrkirina "Ji qeyûman re enyad Dîgor ya me ye" heyeta HDP'ê pêşwazî kirin. Gel li ser Kolana Millet li hev kom bû û namzetên HDP'ê yên hevşaredariyê gel silav kirin. Ji otobusa hilbijartinê bênavber anonsa "Em ê qeyûman bişînin?" hat kirin û gel jî bersiva "em ê bişînin" da.   Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Dîgorê Guljîn Kaya û Mustafa Ozyagci derketin ser otobusê û gel silav kirin.    Hevserok Sezaî Temellî li ser otobusê xîtabî gel kir û wiha got:    'EM Ê QEYÛMAN BIAVÊJIN SER SERGO'    "Kampanya hilbijartinê ya HDP'ê dê mehekê dewam bikin. Di dawiyê de jî em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê. Em ê Dîgorê ji qeyûm paqij bikin. Qeyûm zilm e, zext e û şidet e. Em vê li tax û kargehên xwe dijîn. Dîroka vê yekê 31'ê Adarê ye. Ew ê di wan sindoqan de hêvî, aştî û demokrasî derkeve. Wê qeyûm biçin û dîsa HDP were.   Welat bi hesretê demokrasiyê maye. Em niha bi tabloyek wek ewrên reş û tarî re hevrû mane. Erdogan ji roja hatiye ser îktîdarê heta niha henekê xwe bi gel dike. Cihê herî bêkarî lê heye Qers e. Karê sewalvaniyê li vir hatiye asta qedandinê. Bêkarî serê xwe hildaye û diçe. Ev hemû berhemên vê desthilatdariyê ne.    TECRÎDÊ RAKIN    Desthilatdar bi şer xwe xwedî dike. Ev 17 sal in desthilatdar hemû çavkaniyan ji bo şer xerc kir. Ev desthilatdarî ne çareseriya pirsgirêka kurd neçareseriyê dixwaze. Pêvajoya çareseriyê hêj dewam dikirin vê desthilatdariyê plana têkbiriNê xist dewrê. Çareseriya pirsgirêka kurd di rakirina tecrîdê de derbas dibe. Yê vê berxwedana ji cîhanê re ragihand Leyla Guven e. Werin em deng bidin dengê Leyla Guven. Wezareta Dadê vê daxwaza rewa û hiqûqî ji nedîtî ve tê. Em naxwazin hevalên me jiyana xwe ji dest bidin. Bila demildest ya pêwîst bê kirin û parêzer û malbat biçin Îmraliyê."  dedi.    Hevdîtinên gel ên îro bi dawî bûn û dê heyeta Temellî sibê li Navçeya Qaqizman a Qersê û Navçeya Gole ya Erdexanê berdewam bike û bi gel re bên gel hev.