ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin 2019-03-01 15:27:52   STENBOL - Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê têkildarî darizandina parêzeran daxuyanî dan. Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolmê diyar kir ku ew dizanin dawiya vê rêya tarî ronî ye û dizanin ew dê bi ser bikevin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê, der barê parêzerên 37 rojin di greva birçîbûnê de ne û girtî tên darizandin, daxuyanî da. Komeleya ÇHD ya Stenbolê li ber Qesra Edaletê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew bêdeng nebûn û bêdeng nabin. Li ser navê ÇHD'ê Parêzerê ÇHD'ê Çîgdem Akbulut daxuyani da. Akbulut, anî ziman ku Serokê Gişti yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli jî di navde rêveberên komeleya wan Behîç Aşçı, Aytaç Unsal, Aycan Çîçek û Engin Gokoglu li dijî hiqûqê girtî ne. Akbulut, da zanîn ku pergala hiqûqê her tiştê xwe winda kiriye û wiha got: "Di 18'ê Adarê de danişîna hevalên me dê bê dîtin. Heta wê demê dê girtina hemû hevalên me 1,5 sal li pey xwe bihêle. Der barê wan de 70 klasor dosya hatine vekirin. Di mutalaya dozer a 4 rûpelan de nîşan dide ku darizandin qet ne adîl e. Tenê armanc dikin ku ceza bikin."    Akbulut, da zanîn ku lêpirsîna dosyayê de heyeta dadgehê biryara berdewama girtina parêzeran daye û wiha got: "Hevalen me ji 24'ê Çile heta niha 37 rojin di greva birçîbunê de ne. 37 rojin di hucreyên girtî de diyar dikin ku mafdar in, bi biryarin ku hêzê bidin berxwedêr, azadîparêz û lêgerînê edalatê.    Akbulut, herî dawî anî ziman ku ev greva birçîbûnê  ji bo azadî, edalet, wekhevî û cîhanek bê mêtingerî ye. Akbulut, bilêv kir ku ji ber ji greva birçîbûnê ditirsin di 22 sibatê de parêzerên ku nepoxên daxwazê firantin hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Em dizanin pêşiya vê rêya tarî ronahî heye. Em dê bi ser bikevin."