Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin 2019-03-01 14:07:38   AMED - Saziyên civakî yên sivîl ên Amedê û komên alîgirên sporê ji bo maça Amedporê û Sakaryasporê ya dê sibê li Amedê bileyîzin banga aqlê selîm kirin.    Odeya Bazariganî û Pîşesaziyêya Amedê (DTSO), Baroya Amedê, rêxistinên din ên karsazan û komên alîgir ên tîmên futbolê yên Amedê têkildarî maça Amedsporê û Sakaryasporê ya dê sibê li Amedê bileyîzin li avahiya DTSO civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê DTSO, Serokê Baroyê Cîhan Aydin, Serokê Kilûba Amedsporê Alî Karakaş, Serokê Desteya Îstîşareya Bilind a Amedsporê Metîn Kilavûz û alîgirên Amedspor û nûnerên rêxistinên bazirganiyê beşdarî civînê bûn. Diyarbakır Barosu ile işveren örgütleri ve taraftar grupları, yarın oynanacak Amedspor-Sakaryaspor maçına ilişkin DTSO binasında basın açıklaması yaptı. Açıklamaya, DTSO Başkanı Mehmet Kaya, Diyarbakır Baro Başkanı Cihan Aydın, Amedspor Kulüp Başkanı Ali Karakaş, Amedspor Yüksek İstişare Kurulu Başkanı Metin Kılavuz’un yanı sıra Amedspor taraftar grupları ile işveren örgütleri temsilcileri katıldı. Metîn Kilavûz daxuyanî da û hişyariya li dijî provokasyonan kir.    'EM LI GORÎ RUHÊ MAZÛVANIYA XWE TEVBIGERIN'   Kilavûz da zanîn ku al3igirên Sakaryasporêdi lîga duyemîn a Tirkiyeyê de êrîşî Amesporê kirin e û Amedspor bi pêkanînên li dijî ehlaqê sporê, ku di tu çandî de nînin, cudakarî û dabeşkirinê re hevrû maye. Kilavûz got: "Wê di 2'ê adarê de roja şemiyê Amedspor ji bo maça Sakaryasporê mazûvaniyê bike. Di bîr, çand û dîroka me de cihê mêvandariyê û mazûvaniyê girîng e û nirxek mezin e." Kilavûz di hemû maçên Amedsporê de provokasyon û êrîşî li dijî wan bi bîr xist û got: "Divê em pir bi baldarî tevgigerin. Divê em rê nedin qewimandinên nexweş. Ez sibê hemû gelê Amedê bi hestiyarek aqlê selîm bi forma û stûpêçên wan vedxwînim maçê. Dîsa em banga xwe dubare dikin û em dixwazin hemû alî bi şiklek hestiyarî tevbigerin."