Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2019-03-01 12:56:26   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê bikin bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan.    SERLÊDANA PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Li aliyê din ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Newroz Uysal û Cengîz Yureklî bi boneya hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin cara 794'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran cara 794'emîn red kir.    Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.