Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest 2019-03-01 12:55:46   RIHA - Danişîna doza xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Mustafa Goktaş  hat dîtin. Dozger di danişînê de mutaala xwend û ceza xwest. Goktaş, diyar kir ku dixwazin xebatên rojnamegeriyê wekî suc nîşan bidin û ev ne suc e.   5'emin danişîna doza xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Mustafa Goktaş, li 2'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Rihayê hat dîtin. Dozger di danişînê de mutaala xwend û ceza xwest. Goktaş, ji Girtîgeha Tipa  T a Hêjmar 2 a Rihayê anin salonê û li salone amade bû. Dîsa parêzer û malbata Goktaş jî li salonê amade bûn. Heyetê, ji Goktaş parastina dawî xwest. Goktaş, îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku sûcdariya li wi tê kirin xebatên rojnamegerî ye. Dozger jî mutaala xwest û xwest Goktaş bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" bê cezakirin. Goktaş, îdîayen dozger red kir û diyar kir ku ew rojnameger in û xebatên rojnamegeriyê kirine. Xwest xebatên wî di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de bên dîtin û nirxandin."    Parêzerê Goktaş Mustafa Vefa jî iddiayên dozger red kir û got: "Bi mutalaya hatiye amadekirin rojnamegerî tê darizandin. Li her derê cîhanê hem li qada şer û hem jî li qadên ku peşandanên dibin propaganda rêxistinê rojnameger hene. Divê ev xebat di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de bên nirxandin."    Piştî parastinê heyetê navber da danişînê. Piştî navberê daxwaza parêzeran a parastina mutaalayê qebûl kir û doz taloqî 23'ê Gulanê kir.