Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin 2019-03-01 11:36:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku ji 16 girtiyên di 13’ê Sibatê de, ji Tarsûsê sîrgûnî Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 a Turkoglû ya Mereşê hatin kirin Kamûran Altîn hîna di odeya tecrîdê tê girtin.    Hat destnîşan kirin ku 16 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Kampusa Tarsûsê yên di 13’ê Sibatê de sîrgûnê Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 a Turkoglu ya Mereşê hatin kirin, ên ku lêgerîna tazî qebûl kirin û hatin derpkirin, hîna jî televizyon, mase, kursî, betanî û alavên wan nehatine dayîn.    Hat diyar kirin ku Kamûrna Altin ê di dema sewqê de kiribûn hucreya yek kesî de, hîna jî di odeya tecrîdê tê girtin û destûr nayê dayîn hevalên xwe bibîne.   Her wiha hat gotin, ji ber ku girtî hejmara li ser piyan qebûl nakin, gardiyan zextan li wan dikin.