DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin 2019-03-01 11:28:14 DÊRA ZOR – Li Dêra Zorê di operasyona QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê de heta niha 12 hezarî zêdetir sivîl hatin rizgakirin. Di operasyonê de bi sedan DAIŞ'yên teslîm bûn jî gelek ji wan ji Konya, Bayburt, Mêrsîn, Stenbol û Enqereyê ne.    Li Dêra Zorê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ'ê operasyon dabû destpêkirin û ev operasyon êdî bi dawî dibe. Rayedaran ragihand ku heta îro ji 12 hezarî zêdetir sivîl hatine rizgarkirin û bi taybetî jin û zarokên di rewşekzor de vediguhezin herêmên bi ewle. Xelîfetiya DAIŞ'ê îlan kiribû serûbin bû. Heta îro bi sedan DAIŞ'î teslîmî şervanên QSD'ê bûn.    Di operasyona Gundê Baxozê ya girêdayî Bajarokê Hecîna Dêra Zorê de hat birêvebirin ji bo sivîl zerarê nebînin xebatên rizgarkirinê bi hesasî tên birêvebirin. DAIŞ'yên hêza wan şer bikin nema kom bi kom teslîmî QSD'ê dibin.    JI HER WELATÎ HENE    Gelek endamên DAIŞ'ê ji Rûsya, Ozbekîstan, Iraq, Turkîstan û Tacîkîstanê hene. Bi sedan endamên DAIŞ'ê jî hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Ev DAIŞ'yên ji Tirkiyeyê bi piranî ji bajarên mîna Enqere, Stenbol, Bayburt, Konya û Mêrsînê ne.    DAIŞ'yên teslîmî QSD'ê dibin ketin ber objektîfa Ajansa Mezopotamyayê. Hin ji van DAIŞ'yan bi malbatên xwe re teslîm dibin. Piştî ji nokteya lêgerîna QSD'ê derbas dibin wan dibin cihên bi ewle. Endamên DAIŞ'ê yên di şer de birîndar bûne ji sivîlan tên veqetandin û hem DAIŞ'yên birîndar û hem jî sivîl di kontrola tenduristiyê de derbas dikin.    Dema kêliyên dawiya DAIŞ'ê tê û teslîm dibin kameraya ajansa me di qeyd3e de bû.    MA / Nazim Daştan