Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye 2019-03-01 11:18:43 ENQERE - Hiqûqnas Kerem Altiparmak, derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê berdewam dikin de axivî û got: “Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye.” Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah dest pê kir, di roja 114'mîn de, didome. Dîsan bi heman armancê greva birçîbûnê ya 331 girtiyan di roja 76’an, li Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 101’an, li Strasbûrg rojnameger û siyasetmedar , li Galler Îmam Şiş di roja 75’an, li Toronto Yûsûf Îba di roja 48’an û li Mexmûrê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok di roja 41’an de berdewam dikin. Li aliyê din jî, grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê belavtir didin. Her wiha dê îro jî li gelek girtîgehên Tirkiyeyê girtî dest bi greva birçîbûnê bikin.   'TEVAHIYA JIYANA XWE DINAVA TECRÎDÊ DE DERBAS KIRIN, LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’   Parazavanê mafê mirovan û hiqûqnas Kerem Altiparmak, derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê de axivî û wiha got: “Tevahiya jiyana kesekê dibin tecrîdê de derbas kirin, li dijî standartên hiqûqiye û divê ev nebe mijara bazarê. Hemû hikumxar xwedî mafên wekhevin. Standartên vê jî, hem di warî hiqûqa navneteweyî de û hem jî di since de diyarin. Di hiqûqê de, girtiyek di şert û mercên çawan de bê girtin ji xwe diyarin.”    'LI SER BEDENA HEMÛ KESAN MAFEKÊ TEQEZ HEYE'   Altiparmak, çalakiyên greva birçîbûnê nirxand û wiha bilêv kir: “Ji ber ku ez jiyanê diparêzim, min tu carî piştgirî nedeya çalakiyek wiha. Lê divê vê yekê jî bêjim; Mafeke teqez a mirovan li ser bedenên wan hene. Divê mirov ji azadiya raman û mafê li ser bedenê re rêzdar be. Ji ber vê divê gotinên hemû kesan bên guhdar kirin û ev mafek bingehîne. Mafê hemû kesan ji bo bedenên wan hene. Pêwîste ku kes mirovan neyînin vê astê.”    'NE JIYAN, ENCAMÊN HILBIJRTINÊ HIKUMETÊ ELEQEDER DIKE'   Altiparmak, bêdengiya hikûmetê ya li hemberî grevên birçîbûnê jî, nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo hikumetê, ne jiyana mirov û mafê nûnerê siyasetê yê parlementekê, encamên hilbijartinê girîng e. Bêguman di warê perspektîfên mafê mirovan de ev yek nayê qebûl kirin.”