Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be 2019-03-01 10:37:13   MÊRDÎN – Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk bi rojnamegeran re hat gel hev û bersiv da gotinên "em ê dîsa qeyûm tayîn bikin" û got: "Ev wiha dê ne hêsan be."    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hevşaredariya Mezin ya Mêrdînê Ahmet Turk û  Fîgen Altindag, Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Navçeya Artuklu Nurettîn Turgay û Fatma Yilmaz bi rojnamegeran re hatin gel hev. Civîna li gel rojnamegeran li otelek Mêrdîna kevn pêk hat. Axaftina vekirinê Hevseroka Rêxistina HDP'a Mêrdînê Eylem Amak kir. Pişt re Ahmet Turk der barê xebatên xwe de agahî dan û pirsên rojnamevanan bersivand.    ‘GELÊ ME WÊ BERSIVEK XURT BIDE'    Turk anî ziman ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo wan ne hêsan e û got: "Bi salan e em ji bo siberek bi azad û demokratîk hewl didin. Têkoşîna me tenê ne ew e em rêveberiyên herêmî bi dest bixin. Armanca me ew e em civaka xwe di her warî de hişmend bikin. Em partiyek ku baweriya me bi avakirina siberojek demokratîk heye. Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Em di bin zextan de diçin hilbijartina xwecihî. Gelê me bi vîna xwe ya azad wê siyaseta desthilatdar red bike. Ji bo siberojek demokratîk dengê xwe bilind bike. Gumana me ji vê yekê nîne. Çimkî haya gelê me ji polîtîkaya çewisandinê ya bi ser wan ve didin ferz kirin heye. Ji ber vê yekê derdikevin û dibêjin 'pirsgirêka beka û pirsgirêka bekayê.' Bi van gotinan civakê dabeş kirine. Wê gelê me bi bersivdayînek bi hêz bersiva feraseta kurdan li derveyî her tiştî dihêle, adeta çand û siberoja wan tarî dike bide."    ‘VENEZUELAYÊ DIBÎNE Û LI VÎ WELATÎ BÊDENG DIMÎNE'    Turk bal kişand ser tayînkirina qeyûmên şaredariyên wan û wiha domand: "Cihê qeyûman li vê herêmê û vî welatî nîne. Qeyûman îradeya gelê kurd hildane bin îpotekê. Ev rewşek bêhiqûqî û ne adil e. Hûn bi îpotekkirina vîna gel nikarin demokrasiyê ava bikin. Ez gotinên 'Maduro bi îradeya gel hatiye bijartin' ên Serokkomar Erdogan bi bîra wî dixim. Baş e, şaredarên li vê derê qey ne bi îradeya gel hatin bijartin? Feraseta ku Venezuelayê dibîne lê qewimandinên li ber deriyê xwe xwe nabîne û bêdeng dimîne. An jî vê feraseta demorkasiyê ji nedîtî ve tê."    ‘EM Ê FERASETEK DEMOKRATÎK ESAS BIGIRIN'   Turk da zanîn ku ew di hilbijartina xwecihî de xwedî bi îdia ne û wiha got: "Em bi projeyên xwe yên feraseta demokrasiyê derdikevin pêşberî gelê xwe. Her tiştê qeyûman li ber çavan e. Dixwazin şaredariyan bi deynan ji me re bihêlin. Armanca wan ew e me û gel bînin beramberî hev. Hemû mal û milkên gel firotine û em dizanin îhaleyên kirine çawa pêk anîne. Em dibînin şaredariyan çawa birêve dibin. Di esasê xwe de em ê jî bi xizmetên demokratîk, xizmetek ku civakê hembêz bike, ji jinan re rêz bigire, mafê jinan û xweseriya jinê esas bigire, nasnameya jinan ya di siyasetê de asas bigire derdikevin rê. Di van mijaran de xebatên me hebûn. Serokatiya Daîreya Jinan bi rastî jî xebatên mezin birêve bir. Piştî nokteyekê şaredariyê veguherandin şaredariya gel. Em ê îro jî bi feraseta demokratîk û wekhev ji bo gelê xwe xizmeta xwe dewam bikin."    ‘ÇÛYÎNA KARAKOLÊ BÊTIR HÊSAN E'   Turk anî ziman ku qeyûman gelek xebatên wan nîvco lanseyî xwe kirin e û got: "Tevî ku 3 salan bi ser re derbas bûye jî kevir danenî ser kevir. Têketina karakolekê êdî ji têketina avahiya şaredariyekê hêsantir e. Em ê konseya bajêr, meclîsên taxan û koperatîfn carek din bixin meriyetê. Em ê ji bo hilberînin cotkarên xwe bibin alîkar."    'TAYÎNKIRINA WAN QEYÛMAN WÊ WIHA HÊSAN NEBE'    Li ser pirsên rojnamevanan ên ku Serokkoamr Erdogan dibêje dê dîsa qeyûman tayîn bikin jî Turk bersiv da û wiha got: "Ew çi dikin bila bikin em ê qet dest ji têkoşîna xwe demokratîk bernedin. Ez dixwazim viya bêjim; ev ê wiha wê ne hêsan be. Wê ji wezîfegirtina îradeya gel carek din neyê rojevê. Heke qeyûm bên tayînkirin wê demê dê her tişt eşkere bibe û êdî her kes bi hêsanî dikare bêje 'ev rejîm rejîma yek zilamî ye.' Ya ji bo me girîng ew e ku gelê me ka dê çawa bersivê bide polîtîkaya qeyûman. Wê li dijî vê siyasetê vîna beyan bike. Em ne ew mirovên ku dixwazin li ser qoltixên şaredariyê rûnên. Em vê têkoşînê jî ne ji bo qoltixan dikin. Ji bo gelê me îradeya xwe deyne holê em hewl didin. Heke wisa pirr dixwazin, em hilbijartinê bi awayek hêz bi dest bixin lê bila ew jî roja duyem qeyûm tayîn bikin."    ‘EM Ê KIRINÊN QEYÛMAN JI GEL RE BÊJIN'    Turk destnîşan kir ku parlamenterên partiya îktîdarê ji bo kirinên qeyûman ketine nava pevçûnê û got: "Em ê yek bi yek ka qeyûman çi kiriye û çi nekirine em ê ji gelê xwe re bêjin."    'XEMA ME PIŞTÎ 1'Ê NÎSANÊ YE'    Turk pirsa têkildarî deynê qeyûman jî bersivand û got: "Endîşeya me ne 31'ê Adarê ye, xema me 1'ê Nîsanê şûn ve ye. Em ê ji 1'ê Nîsanê xebatek çawa û em ê çawa şaredariyan ji bin van deynan rizgar bikin birêve bibin. Em ê di vê mijarê de ewilî gelê xwe agahdar bikin. Pişt re jî em ê xebatên xwe berdewam bikin."