Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e 2019-03-01 09:21:12   ŞIRNEX - Hatîce Beytûr, dayika Osman Beytûr ku li Girtîgeha Şirnexê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber 6 mehan cezayê hevdîtinê li kurê wê hatiye birîn nikare kurê xwe bibîne. Dayik Beytûr, xwest daxwaza kurê wê û girtiyên din bê qebûlkirin û got: "Êdî bes e."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 114'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz jî di roja 101'ê de û li Strasbûrgê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 75'an de didome.    Her wiha çend roj berê li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya daxuyandibû ku ger hikûmet gavekê navêje wê greva birçîbûnê di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan berbelav bibe.    Li girtîgehê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Osman Beytûr e. Beytûr, li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji 16'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye.    'HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ ÇALAKÎ DEWAM BIKE'    Dayika wî Hatîce Beytûr, diyar kir ku di 7'ê Îlona 2018'an de wê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û di dema hevdîtinê de ew û kurê xwe tev de hatine derbkirin. Beytûr, da zanîn ku ji ber vê 6 mehab cezayê hevdîtinê li kurê wê hatiye birîn û nikare kurê xwe bibîne. Beytûr, anî ziman ku hefteya borî kesên çûne girtîgehê gotine kurê wê zihîf bûye û gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wî dewam bike.    'ÊDÎ BES E'   Dayik Beytûr, bilêv kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî û ji bo tecrîdê got: "Êdî bes e." Beytûr, anî ziman ku divê herkes bibe yek û piştgiriyê bide girtiyan û got: "Divê em destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Tenê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe."