‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike' 2019-03-01 09:19:50 AMED - Qeyûmê Kayapinarê, li Park Ormanê dixwaze mizgeftekê ava bike. Lê li cihê ku tê xwestin mizgeft bê çêkirin, 40 metre wê de mizgeftek din heye. Sekreterê TMMOB'a Amedê Dogan Hatûn got: "Li devereke ku îktîdar dixwaze wê ji îmarê re veke, pêşî mizgeftê çêdike paşê jî tesîsên din çêdike."  Qeyûmên hatine tayînkirin, hema bêje beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê hemû mal û milkên şaredariyan dewrî saziyên cuda dikin. Li navçeya navendî Kayapinar a Amedê, vê carî jî qeyûm dixwaze tiştekî ecêb bike. Ji bo li nav Park Ormanê mizgeftekê çêbike, dar rakirin. Lê belê cihê ku tê xwestin mizgeft lê bê çêkirin, 40 metre dûrî cihê navborî mzigeftek heye.  Ji ber ji hilbijartinê re hindik maye nikare çêkirina mizgeftê bide ber îhaleyê. Lê tê gotin, qeyûm hewl dide mizgeftê bi kesekî din bide çêkirin.  Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn, bertek nîşanî vê rewşê dan û got ji bo vê yekê ew hin lêkolînan dikin. Hatûn, bilêv kir ku qeyûm ji bo makîneya kar têxe Park Ormanê dîwarê parkê rûxandiye û nêzî 20 dar jî rakiriye.    DIXWAZE BI KESEKÎ DIN BIDE ÇÊKIRIN    Hatûn, da zanîn ku ji bo çêkirina mizgeftê şaredariyê daxuyaniyek nedaye û çêkirina mizgeftê nedaye ber îhaleyê. Hatûn got: "Tiştê me bihsîtiye, wê kesek her tiştî bigire ser xwe û mizgeftê çêbike. Piştî çêbike wê dewrî şaredariyê bike." Hatûn, anî ziman ku ya tê kirin rêbazek e û got: "Ji bo hay ji beretên raya giştî hebin vê rêbazê dixin dewrê. Dixwazin nîşan bidin, xwedanxêrek dixwaze li vira mizgeftekê çêbike. Lê ji xwe 40 metre wêdetirî devera navborî mizgefteka bi navê Hecî Sîraç heye. Ji xeynî vê 150-200 metre wê de jî Mizgefta Ehmedê Xanî heye."    MÎNAKA PIRA DEHDERΠ   Hatûn, diyar kir ku ev yek binpêkirina olê ye. Hatûn, anî ziman ku mizgeftê ji bo siyasetê dikin amûrek û got: "Kengî biwxazin projeyekê çêbikin, pêşî li wir mizgeftekê çêdikin. A rast dixwazin van parkên ku çûn hatina gel lê zêde ye, li gor bîrdozî û siyaseta xwe bi kar bînin." Hatûn, da zanîn ku heman tişt li Pira Dehderî jî pêk hatiye. Hatûn, destnîşan kir ku li wir jî pêşî mizgeftek hatiye çêkirin û paşê Kent terasî hatiye avakirin. Hatûn got: "Îktîdar, ji bo cihekê li ber îmarê veke pêşî li wî cihî mizheftê çêdike, paşê jî tesîsên din ava dike."    Hatûn, diyar kir ku wexta 40 roj ji hilbijartinê re bimîne, ji xeynî paqijiya nav bajêr tu tişt nayê kirin û tu proje û îahle çênabin. Hatûn got: "Bi vî awayî dixwazin bajar li gorî bîrdoziya xwe amade bikin. Tu zanyariyeke wan a teknîkî tune ye û bi rêbaza îstismarkirinê mizgeft, kursên Qur'anê hwd. ava dikin. Bi kîjan aqilî li devereke ku 40 metre wê de yî wî mizgefteke heye, mizgefteke din tê çêkirin? Wexta em li dijî vê tiştekî dibêjin, me bi bêdînîtiyê tawanbar dikin. Tu derdekî me bi ola kesî re tune ye. Pêdiviya vî bajarî çi be, zanist û teknîk çi be em wê tînin ziman."