Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin 2019-03-01 09:13:27 ÎZMÎR – Meclîsa Jinan a HDP'ê ku serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 114 rojin di grevê de ye kirin gotin: "Leyla Guven, ji bo me bû moraleke mezin. Em ê di 8'ê Adarê û hilbijartina herêmî de tecrîdê û berxwedana Guven ji gelan re vebêjin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 114'an de didome. Heta niha ji gelek deverên Tirkiyeyê, hunermend, rojnamevan û nûnerên gelek sazî û dezgehan serdana Guvenê kirin. Ji Herêma Egeyê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê serdana Guvenê kir.    'LEYLA GUVEN PEYAM JI GELÊ EGEYÊ RE ŞAND'    Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Berna Çelîk, diyar kir ku di serdanê de Guvenê moraleke mezin daye wan û ew ê di 8'ê Adarê û hilbijartina herêmî de tecrîdê û berxwedana Guvenê ji herkesî re vebêjin. Çelîk, anî ziman ku Guvenê ji wan re gotiye: "Qet moralê xwe xirab nekin. Bila dayik qet xwe neêşînin û bila moralê wan xurt be. Ez ji hevalên xwe yên di girtîgehan de ne biqîmetir im. Serketin nêz e. Heta tecrîda li ser Rêber Apo ranebe wê çalakiya min dewam bike." Çelîk, bilêv kir ku Guvenê xwestiye vê mesajê ragihînin gelê Egeyê.    ‘WÊ BEHSA TÊKOŞÎNA GUVENÊ BIKIN'    Çelîk, destnîşan kir ku bi peyama Guvenê ew xurtir bûne û ew ê li her derî destekê bidin çalakiyên greva birçîbûnê. Çelîk ku got "Leyla Guven bi berxwedana xwe nîşan da ku divê jin çawa sebrilind be" anî ziman ku ji bo wan hin pêşniyarên Guvenê hene û got: "Wê bi salan behsa berxwedana Leyla Guvenê bê kirin. Em ê di 8'ê Adarê û hilbijartina herêmî de bêtir tev bigerin. Em ê li her derî behsa tecrîdê û berxwedana Guvenê bikin." Çelîk, anî ziman ku ji bo 8'ê Adarê ew dixebitin û ew ê tev, Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) mîtîngekê li dar bixin û got: "Ji xeynî vê li Mûgla, Aydin û Manîsayê jî plansaziyên me hene. Em ê li navçeyên Îzmîrê jî hin çalakiyan li dar bixin."    HEVSEROKA HDP'A MANÎSAYÊ: EM Ê BÊDENG NEMÎNIN    Hevseroka HDP'a Mêrsînê Guler Guvercîn Unal jî, diyar kir ku wexta ew çûne cem Leyla Guvenê xemgîn bûn, lê wexta ew vegeriyane moralê wan xurtit bûye. Unal, anî ziman ku Leyla Guven pir zihîf bûye û got: "Em li ber vîna û têkoşîna wê heyr man. Xwezî destûr bidana û me jî li cem wê dest bi greva birçîbûnê bikirana. Destûr neda. Moral da me hemûyan û careke din hêza jinê nîşan da. Em ê jî li her derî bi awayekî xurt bitêkoşin. Dewlet çi qasî bêdeng dimîne bila bimîne, lê em ê tim dakevin qadan. Ger tiştek bê serê Guvenê berpirsiyar dewlet e."    HEVSEROKA MÛGLAYÊ KOÇ: EM Ê LI QADAN BEHSA TECRÎDÊ BIKIN    Hevseroka HDP'a Mûglayê Belgîn Koç jî, destnîşan kir ku baweriya Guvenê ew xurtir kirine û got: "Ji me re got, li ber nekevin, li ehr derî daxwaza wê bilêv bikin. Tecrîd sûc e. Heta tecrîd neyê şikandin wê jiyana me tim biheje. Em ê bi vê ferasetê tev bigerin. Em ê bibêjin ku em hemû tên tecrîdkirin û divê em hay ji vê yekê hebin. Ji bo me hilbijartin û 8'ê Adarê avantajek e. Em ê li qadan daxwaza Guvenê bilêv bikin. Em ê li dijî faşîzmê bi têkoşînê dengê xwe bilind bikin. Wexta em ji gelê Mûglayê re behsa hilbijartinê bikin, em ê di ber re behsa demokrasiyê jî bikin. Wê demokrasî bi şikandina tecrîdê pêk bê."    MA / Rûken Demir