Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2017-11-07 11:40:17 ŞIRNEX - Piştî qedexeyên derketina derve yên li Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrgê bi taybetî li cihên ku bermahiyên rûxandinê tên rijandin, di nav wan de gelek bermahiyên teqemeniyê derdikevin û ji ber teqînan di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest da û 33 zarok jî birîndar bûn. Salên borî li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di serî de li navenda Şirnexê, li navçeyên wê Cizîr, Hezex û Silopiyê, li navçeyên Farqîn, Licê û Sûrê yên Amedê, li navçeyên Kerboran û Nisêbînê yên Mêrdînê û li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê, gelek êrîş pêk hatibûn û dewletê rûxandinek mezin pêk anîbû. Li van bajaran gelek zarokên bi hişmendiya pêlîstokê nêzê bermahiyên teqemeniyê dibin, bi giranî birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku tevdîr nayên girtin, bi taybetî bermahiyên di operasyonan de neteqiya ne, dibin sedema mirinan.   Ji hêla din ve gelek mayînên ku di salên 90'î de hatine bicihkirin û neteqiya ne, di salên dawî de bi zarok û welatiyan de diteqin, mirî û birîndarî çêdibe.   JI WAN WETRÊ PÊLÎSTOK E Û PÊ DILEYZIN   Ji meha Adarê ya sala çûyî heta niha, ji ber teqîna madeyên teqemeniyê 18 zarokan jiyana xwe ji dest da û 33 zarok jî birîndar bûn. Ji zarokan wetrê ev teqemenî pêlîstok in û pê dileyzin û bi wan ve diteqe.   Li gorî qeydên parlamentoyê heta niha zarokên ji ber teqîna jiyana xwe ji dest dane wiha ne:   * Di 31'ê Adara 2016'an de li taxa Cudî ya Cizîra Şirnexê Harun Çagli yê 4 salî û Ayşenur Geçît a 6 salî jiyana xwe ji dest dan.     * Di 14'ê Nîsana 2016'an de li navçeya Hezexê ya Şirnxê Hîdayet Tek ê 4 salî jiyana xwe ji dest da.   * Di 7'ê Gulana 2016'an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê Muslum Îlhan ê 8 salî jiyana xwe ji dest da.   * Di 12'ê Gulana 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokên bi navê A.A. û Tahîr A. ji ber tekînê jiyana xwe ji dest dan.   * Di 15'ê Gulana 2016'an de li Newala Celalî ya navçeya Silopiya Şirnexê Enes Erdem ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.   * Di 19'ê Gulana 2016'an de li herêma Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê R.D. yê 10 salî ji ber teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.   * Di 6'ê Tîrmeha 2016'an de li taxa Dêrxûsê ya navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin, piştî operasyonê zarokên bi navê R.O. (4), A.O. (9) û Y.O. (13) ji ber bermahiyên teqemeniyê li çoltarê dîtin û pê leyîstin, di destê wan de teqiya û bi giranî birîndar bûn.   * Di 9 Tîrmeha 2016'an de Fettah Erdem ê 15 salî li Zozanê Kanîspiyê ya gundê Taşkesenê ya Gîhadîna Agiriyê pez diçêrand, pêl li mayînê kir û jiyana xwe ji dest da.   * Di 23'yê Tebaxa 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bermahiyeke teqemeniyê teqiya û Fehîme Korkmaz (12) jiyana xwe ji dest da. Di teqîna li taxa Zeynel Abîdîn de jî D.K (13) û E. K. birîndar bûn.   * Di 11'ê Cotmeh 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokên bi navê Umut Ayvalik (10) ji ber teqînê jiyana xwe ji dest da û H.A. yê 10 salî û H.A. birîndar bûn.   * Di 18'ê Cometa 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bermahiyên teqemeniyê teqiyan û zarokê 14 salî Kadrî Barak jiyana xwe ji dest da.   * Di 5'ê Mijdara 2016'an de li taxa Gundogdu ya Şirnexê zarokê 2 salî ji ber teqemeniyê jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndar bûn.   * Di 4'ê Mijdara 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê zarokên bi navê M.Î. (13) û Ş.A. (11) li erdê amûrek dîtin û di destê wan de teqiya her du jî birîndar bûn.   * Di 6'ê Mijdara 2016'an de li taxa Tekelê ya navçeya Farqîna Amedê zarokê bi navê A.Ş. (8) amûra ku li erdê dît, di dest de teqiya û birîndar bû.   * Di 30'yê Mijdara 2016'an de li taxa Bahçebaşi ya Kerborana Mêrdînê, zarokên li kuçeyê dileystin, amûrek teqiya û Musa Acar (12) jiyana xwe ji dest da.   * Di 9'ê Çileya 2017'an de li gundê Osloyê ya Şemzînanê amûrek teqiya û Sidika Toprak ê 5 salî jiyana xwe ji dest da.   * Di 22'yê Çileya 2017'an de li taxa Dîcleyê ya Şirnexê amûrek teqiya û zarokên bi navê E.B. û V. B. birîndar bû.   * Di 25'ê Sibata 2017'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zarokên bi navê Y.M. (12) û M.M. (6) ji ber teqemenî di destê wan de teqiyan û her du jî birîndar bûn.   * Di 30'yê Adara 2017'an de li taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê ji ber teqîna amûrekî teqiya, xwûşk û birayên bi navê Havîn (3) û Fatîh Guneş (5) jiyana xwe ji dest dan.   * Di 8'ê Nîsna 2017'an de li gundê Deşta Derî ya Sêrtê zarokên bi navê Muhammet (12) û Abdulkadîr Açikça (9) ku birayên hev bûn, ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest dan. Mayîna ku teqyayî aydê Qereqola Hurmusê bûn.   * Di 20'ê Nîsana 2017'an de li sergoya Tabûra Cendirmeyan a Îkîzceyê ji ber amûrên teqemeniyê teqiya zarokên bi navê E.B. (10), M.B. (11), H. A. (12) û C.K. (11) birîndar bûn.     * Di 25'ê Nîsana 2017'an de li gundê Sagmanê ya Perteka Dêrsimê mayîna ji salên 90’î mayî teqiya û zarokên bi navê R.K. û T.K. birîndar bûn.   * Di 1'ê Tîrmeha 2017'an de li taxa Gungurê ya navçeya Gevera Colemêrgê zarokê 10 salî E.Ç. amûrek li erdê dît û di destê wî de teqiya, E.Ç. birîndar bû.   * Di 1'ê Tîrmeha 2017'an de li taxa Gungurê ya Gevera Colemêrgê zarokê 10 salî E.B., ji ber teqemeniyê birîndar bû.    * Di 19'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 9 salî K.A. li qada vala amûrek dît û piştî pê leyîst di destê wî de teqiya û birîndar bû.   * Di 30'ê Cotemha 2017'an de li taxa Kişlaya Kevin a Gevera Colemêrgê di destê zarokê bi navê E.K. û Umut Kozan ên birayên hev du de teqemenî teqiya, Umut jiyana xwe ji dest da birayê wî jî birîndar bû.   * Di 4'ê Mijdara 2017'an de li kuçeya Yasemînê ya taxa Yenîşehîrê ya Nisêbîna Mêrdînê ji ber amûrekî teqîn pêk hat. Di teqînê de zarokên 12-13 salî yên bi navê N.Y., Y.Y. û O.Y. birîndar bûn.