ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-01 09:00:05 * Wê bi boneya di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngek bê lidarxistin. Jin, ji niha ve amadekariyên mîtîngê dikin. Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li jinan kir û got: "Bila tecrîd rabe, aştî çêbibe; em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin."  * Di salekê de hejmara kesên li Bazara Kedê ya Jinê dezgehên xwe vedikirin, ji 20 kesan daket 4 kesan. Jinên li nanê tenûrê, rîçal, tirşî, kincan li malê çêdikin û difiroşin, gotin ger krîz deam bike wê bazar bê girtin.    * Parlementera HDP’ê Dîlşat Canbaz Kaya, diyar kir ku 8’ê Adara îsal dê cuda derbas bibe û got: “A ku vê cudabûnê ava bike çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatin destpêkirine. Greva birçîbî ya Leyla Guven û girtiyan, dê bandora xwe li qadên 8’ê Adarê bike.”   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ku serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir got: "Leyla Guven, ji bo me bû cihê moraleke mezin. Em ê di 8'ê Adarê û hilbijartina herêmî de tecrîdê û berxwedana Guven ji gelan re vebêjin."    * Namzetê HDP'ê yê hevşaredariya mezin a Manîsayê Nacî Sonmez, diyar kir ku ew dixwazin di nav gelê bajêr de ruhê Fatsayê peyda bikin û got: "Ev ruh, ji bo pêşerojê vîzyonek e." Namzet Hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku hedefa wan a sereke li dor fikrê HDP'ê jiyaneke nû ava bikin.    * Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, nîşan didin ku li welat hiqûq tune ye."    * Albuma "Çira" ya hunermend Alî Sîzer ji Kom Muzîkê derket. Di "Çira"yê de 7 stran hene û Sîzer bi strana "Dîlber" bal dikişîne ser rewşa êzidiyên li Şengalê.    * OSO'yê, li Efrînê 12 rojan welatiyê sûriyeyî Mûhammed Dîy Şeyzînî îşkence kir û paşê radestî TSK'ê kir. Dadgehê, bêyî ku bihêle parastinê bike 9 sal ceza li Şeyzînî birî. Çawîşê pispor ku wekî şahid hat guhdarîkirin got: "OSO, radestî me dike, em jî dişînin cendirmeya navçeyê. Di dosyeyê de tu delîl tune bûn."    * Rojnameger Zehra Dogan ku dema li Navçeya Nisêbînê di serdema qedexeyan de nûçe çêkir û hat girtin piştî hat berdan girtina rojnamegeran û rewşa girtiyên di grevê de nirxand û got: "Nêviyê welat di girtîgehê de ye. Moralê girtiyên di grevê de jî pir bilind e. Ew bi çalakiya grevê serbilind in. Divê em bibin dengê wan."    * Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Cirnê Reş Bişar Tuysuz, destnîşan kir ku Cirnê Reş ji jiyana aborî, civakî û siyasî hatiye mehrûmkirin, lê belê ew soz didin ku ew ê Cirnê Reş veguherînin bihûştê.    * Serokê Şaxa Odeya Plansazkarên Bajêr Selîm Açar, diyar kir ku li Rihayê veguherîna bajêr, veguheriye "veguherîne rantî". Açar, destnîşan kir ku li deverên ku tenê destûra îmarî 2 qat e, şaredarî di bin navê bexşê de destûra 4 qatan dide.    * Qeyûmê Kayapinarê, li Park Ormanê dixwaze mizgeftekê çêbike. Lê belê, li cihê ku tê xwestin mizgeft bê çêkirin, 40 metre wê de mzigefte heye. Sekreterê TMMOB'a Amedê Dogan Hatûn got: "Li devereke ku îktîdar dixwaze wê ji bo îmarê veke, pêşî mizgeftê çêdike paşê jî tesîsên din çêdike."    * Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe meha Adarê aşkere kir. Wê di meha Adarê de yek jê ya zarokan 4 lîstikên cuda bên lîstin.    * Hatîce Beytûr, dayika Osman Beytûr ku li Girtîgeha Şirnexê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber 6 mehan cezayê hevdîtinê li kurê wê hatiye birîn nikare kurê xwe bibîne. Dayik Beytûr, xwest daxwaza kurê wê û girtiyên din bê qebûlkirin û got: "Êdî bes e."    * Jinên HDP'yî li Colemêrgê bi wesîleya 8'ê Adarê dê ji jinên girtî re kart bişînin. (11.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amed dê starta çalakiyê 8'ê Adarê bi ziyareta li Pazara Jinan a Jiyanê bide. (12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya dayik û zarokên bi hev re li girtîgehan dimînin dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:00)   * Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) dê têkildarî maça Amedspor û Sakaryasporê li avahiya xwe banga aqlê selîm li raya giştî bike. (11.30)   * Rêxistina HDP'a Mêrsînê dê namzetên hevşaredariya Akdenîzê bide nasîn. (12.00)   * Yekîtiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Êlihê bi boneya balê bikişînin ser rewşa Heskîfê û hilweşandinê protesto bikin wê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Jinên bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven îmze kom kirin û bi boneya komkirina van îmzeyan dê li otelek Taskîmê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Baroya Amedê dê di hefteya 165'emîn de li ber Edliyeya Amedê bibîr bîne. (13.00)   * Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyan wê li ber Girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Cizîr û Hezexê, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî wê li Qers, Dîgor û Bazarcixê mîting û hevdîtinên gel li dar bixin. Wê li gelek bajar û navçeyên din ên herêmê jî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dê xebatên hilbijartina xwecihî birêve bibin. (11.00 -17.00)