'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye' 2019-02-28 16:17:17   ENQERE - Hewldana Ji bo Roboskî Edalet, bi minasebeta 86'emîn meha komkujiya Roboskî daxuyanî da û got: "Heta em edaletê pêk bînin, emê li nava nivînên xwe rehet ranezên. Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye."      Di 28'ê mijdara 2011'an de balafirên şer ên TSK li ser welatiyên Roboskê bombe barandibûn. Di bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin. Hewldana Ji bo Roboskî Edalet, bi minasebeta 86'emîn meha komkujiya Roboskî de li pêş avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyanî da. Li ser navê Hewldanê Tanjû Gunduzalp daxuyanî da. Gunduzalp wiha got: "Heta em edaletê pêk bînin, emê li nava nivînên xwe rehet ranezên. Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye. Di ser komkujiyê re 2 hezar û 588 roj derbas bûn. Hêj edalet pêk nehatiye. Saziyên demokratîk û rêxistinên sivîl, parazvan û hiqûqnasên mafên mirovan, malbatan ji bo bûyer ronî bibe û berbsûc bên cezakirin têkoşiyan. 34 mirov di bombebaranê de hatin qetilkirin. Heta niha di qada edaletê de gav nehatiye avêtin. DMME biryara redkirina doza ya Roboskê da. Biryara DMME carek din travma malbat û me kûr kir. Heta ku bersûc neyên cezakirin em pêşiya vê dozê bernadin."    RÊYA AŞTÎ Û EDALETÊ DI ROBOSKÊ RE DERBAS DIBE'   Gunduzalp, da zanîn ku li Tirkiye pergala edaletê têk çûye û wiha got: "Ji bo aştiya civakî pêş bikeve divê Tirkiye bi heqîqeta xwe re bê rûqalî hev. Ger ku edalet pêk bê dê rojên xweştir pêş bikevin. Heta ku ji bo Roboskê edalet pêk neyê, Tirkiye nagêje aştî û aramiyê. Heta edalet pêk bê têkoşîna me dê bidome. Heta têkoşîn pêk bê em rehet ranazên. Roboski, ezmûna dewlet û îktîdarê ye. Li vî welatî rêya aştî û edaletê teqez di Roboskê re derbas dibe."