Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin 2019-02-28 15:53:19   MÊRSÎN – Bernamzetê HDP'ê Hevşaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Aleddîn Erdogan ku namzetiya wî hat betalkirin, diyar kir ku ew dê Akdenîzê ji destê qeyûm bigirin û û wiha got: "Em dê di 31'ê Adarê de bersîva pêwist bidin îktîdarê."    Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Mêrsînê têkildari betalkirina namzetiya Namzetê Hevşaredariya Akdenîzê Aleddin Erdogan, bi civîna çapemeniyê şermezar kir. HDP'ê li Cemiyeta Rojnamegeran a Mêrsînê daxuşankî da. Rêveberên HDP'ê, Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Akdenîzê Alaatîn Erdogan  û gelek rêveberên din amade bûn. Di civînê de namzet Aleddin Erdogan, diyar kir ku ji niha de hilbijartin bi şik e û bê hiqûqî derketiye asta herî jor. Erdogan, anî ziman ku bi zorê ew di sînorê rêxistina terorê de tawanbar kirine û namzetiya wî hatiye û wiha got: "2 sal berê ji ber ku beşdarî merasima cenaze bûm, 6 hezar tl cezayê pereyan li min birîn. Îktidara heyî tirsa siyasî pêş xistiye. Vê tirsê bandor li ser hiqûqa YSK’ê jî kiriye. Bi zorê barîkat li pêş namzetiya min danine. Ev barîkata li dijî hiqûqê li dijî vîna bi hezaran kesan e.  Ligel ku 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê biryara erênî da jî dîsa Lijneya Hilbijartinêi ya Akdenizê bi hinceta "Belgeyên kêm hene" namzetiya min betal kir. Lijneyê ev biryar ji berê de girtiye. Me li YSK’ê serdan kir. Lê 2 dadgeren li YSK'ê şerh danî û dîsa namzetiya me red kir.    Erdogan, anî ziman ku ew Dê vê mijarê bibin DMME'ê û di 31'ê Adarê de jî bersîvê bidin îktîdarê.    Daxuyankî bi çepikan bi dawî bû.