‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin' 2019-02-28 15:23:17   AMED - Li ser daxwaza dadgehê Buroya Kriminal a Neteweyî, dîmenên dema kuştina Kemal Kurkut hatine kişandin kêlî bi kelî lêkolîn kirin. Buroyê diyar kir ku Polîs Y.Ş. yê bi sucdariya “Bi zanebûn kuştiye" tê darizandin raste rast Kemal kiriye hedef.    Danişîna 5'emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ku di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. lê tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Y.Ş. ji sûcê "bi zanebûn kuştiye" bi cezakirina muebetê tê darizandin. Beriya danişînê gelek polîsan avahiya edliyeyê dorpêç kir. Polîsê bersûc Y.Ş. ê negirtî tê darizandin û parêzerên wî û li aliyê din jî birayê Kurkut, Ferhat Kurkut û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Dêrsim Dag û Mûsa Farisogûllari û rêveberên HDP'ê jî doz şopandin. Herî kêm 30 polîs jî ketin salona danişînê û doz şopandin. Di danişînêde heyeta dadgehê diyar kir ku rapora Buroya Krîmanal a Neteweyî ya têkildarî kuştina Kurkut hatiye amadekirin gihîştiye destê wan. Parêzerên Kûrkût jî diyarkirin ku rapora ku hatiye, neketiye destê wan.   RAPOR: KÛRKÛT KIRINE HEDEF   Serokê dadgehê di beşa encama raporê de diyar kir ku polîsê bersûc ê bi navê Y.Ş, Kemal Kûrkût kiriye hedef û fîşek lê reşandiye. Di raporê de hate diyarkirin ku bersûc Kurkut bi qestî kirine hedef. Parêzerên malbata Kurkut, diyar kir ku polîsê niha tê darizandin nehatiye girtin û şertê kontrola edlî jî hatiye rakirin. Parêzerên diyar kirin ku divê polîsê bersûc were girtin. Parêzer Cîhan Aydin jî diyar kir ku bersûc hê jî li ser kar e û dibe ku bersûc delîlên heyî tune bike û ji holê rake. Heyeta dadgehê diyar kir ku endamên emniyetê yê li cihê bûyerê divê dîsa wekî şahid werin guhdarîkirin û di rapora Buroya Krîmînal de hin tiştên kêm hene û divê raporeke berfirehtir were amadekirin. Heyeta dadgehê piştre jî rûniştin taloq kir.     Rapora Baroya Krîminal a Neteweyî ku der barê Kemal Kurkut de hatibû amadekirin gihişt destê Ajansa Mezopotamya (MA). Di rapora destê dadgehê de wêne û dîmenên di kêliyê bûyerê de hatin kişandin kêlî bi kêlî hatin lêkolînkirin. Di raporê de dema Kemal Kurkut barîkata polîsan derbas dike û polîsên barikat ava kirine dema çekê digirin û gule berdane Kurkut, dema gule berdan tevgera testê polîs lêkolîn kir. Dîsa refleksa Kemal Kurkut hat lêkolînkirin. Dema gule li Kemal Kurkut kurkut  dikeve kêlî bi kêlî dîsa hat şopandin. Dema Kemal Kurkut neviyê bednena wî tazî bû û hat cihê bûyerê û dema polîsan çek lê kişandin hat lêkolinkirin. Milê Kemal Kurkut lê û milê polîs lê yek bi yek anîn beramberî hev.    DÎMEN KÊLÎ Bİ KÊLÎ LÊKOLÎN KIRIN   Di raporê de hat diyar kirin ku dema Kemal Kurkut tê ber barîkatê û di direve polîsek gule berdide. Di raporê de diyar dike ku piştî barikatê derbas dike, polîs gule berdide piyên Kurkut. Polisê bersûc Y.Ş. yê li milê çepê yê Kurkut Y. Ş. berê çekê dide  Kemal Kurkut gule berdide. Kurkut paşve hildipeke. Ev sedema vê hilpekina Kemal Kurkut ji ber guleya li canê wî dikev ye.     ‘KESÊ GULE BERDAYE KEMAL Y. Ş. YE'    Di beşa encama raporê de wiha hat gotin: “Di vê bûyerê de polîse ku wekî faîl tê fikirîn û berê çekê daye Kemal, bi debancê Kemal kiriye hedef û gule berdaye. Bi vê guleyê Kemal bi tenişta xwe ya çepê girtiye û dîsa reviya ye. Li gorî xebatê faîlê buyerê memûrê polis Y. Ş ye. Li gorî deşifrekirina Buroya Krîminal a Neteeyî kesê Kemal Kurkut kuştiye Y. Ş. ye."