Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin 2019-02-28 14:54:18   CENEVRE - Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew bi bawerin li Efrînê sûcê şer hat kirin û li herêma eskerên Tirkiyeyê lê ne binçavkirinên kêfî, tacîz, bertîl û talan pêk tê.     Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat avakirin rapora têkildarî rewşa Sûriyeyê eşkere kir. Rapor ji 20 rûpelan pêk tê û di raporê de bi 271 kesî re hevdîtin kirin e û dîmenên peykê, wêne, vîdeo û raporên medîkal, raporên ji dewletan û rêxistinên sivîl hatine jî di raporê de cih digire. Di raporê de binpêkirina mafan û pêşniyarên çareseriyê jî cih digire.    'KOMÊN ÇEKDAR MIROVAN DIREVÎNIN Û BINÇAVKIRINÊN KÊFÎ PÊK TÎNIN'    Di raporê de hat gotin operasyona "Şaxê Zeytûnê" ya Tirkiyeyê ku li dijî Efrînê di çileya 2018'an de da destpêkirin encamên giran li pey xwe hiştiye û li herêma Efrînê binçavkirinên kêfî, girtin û revandin berbelav bûye. Di raporê de hat diyarkirin binpêkirina mafên mirovan qewimiye û hêj kuştina mirovan û şer dewam dike û wek ku li Idlibê heye li Efrînê jî komên çekdar û çeteyên sûc mirovan direvînin û fîdyeyan dixwazin.    'SÛCÊ ŞER HAT KIRINÊ'   Di raporê de hat destnîşan kirin ku kmên çekdar ên li Efrînê her tim talankirin pêk tê û yek ji çavkaniyên debarê ya herêmê zeytûnên herêmê tên dizîkirin û di bin navê "bacê" de ji mirovan bi darêzorê pere tê xwestin. Di raporê de hat gotin jin li Efrînê tên tacîzkirin û ji mirovan bertîl tê xwestin. Di dewama raporê de wiha hat gotin: "Em bi bawerin ku li Efrînê û herêmên girêdayî wê sûcê şer hat kirin. Eskerên Tirk li Efrînê dibistanan wek baregehên leşkerî bikar tînin. Tirkiye saziyên îdarî, daraz û birêvebirinê tên kordînekirin û fînansekirin. Derketin û têketin di kontrola Tirkiyeyê de pêk tê. Karmend ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bijartin û perwerdekirin."     MA / Ruştu Demîrkaya