Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin 2019-02-28 14:06:24 STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 86'emîn a Komkujiya Roboskî de 34 kesên jiyana xwe ji dest da bibîr anî û daxwaza edaletê dubare kir.  Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyaniyek nivîskî 34 kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan di hefteya 86'emîn de bibîr anî. ÎHD da zanîn tevî dema derbas bûye jî malbatên Roboskî lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin û got: "Dewletê ji bo edaletê gav neavêt û malbat jî dest ji daxwaza we ya edaletê bernedan. Zext li ser malbatan tê kirin û doz li wan tên vekirin. Malbat hatin binçavkirin û girtin. Ser bûyer girtin û faîlan niximandin. Bi reşkirina delîlan dixwazin carek din birîna bûyerê vekin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê serlêdana malbatên Roboskî betal kir. Wek komkujiyên bêhejmar ên din carek din daxwaza edaletê radestî tarîtiyê kirin. Bila sûcên li dijî mirovahiyê bên ronîkirin û faîl bên darizandin. Em ji bo Roboskî edaetlê dixwazin."