Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin 2019-02-28 12:36:13   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevditin bikin cara 794'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bikin carek din serlêdan kirin. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal û Cengîz Yureklî bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 794’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.