Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye 2019-02-28 12:26:13 AMED - Di rapora ji aliyê Buroya Krîmanal a Navnetewî de hat amadekirin hat tespîtkirin ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de hat kuştin rasterast ji aliyê polîsê bersûc ve hedef hatiye girtin.  Danişîna 5'emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Y.Ş. ji sûcê "bi qestî kuştin" bi cezakirina muebetê tê darizandin.    Beriya danişînê gelek polîsan avahiya edliyeyê dorpêç kir. Polîsê bersûc Y.Ş. ê negirtî tê darizandin û parêzerên û li aliyê din jî birayê Kurkut, Ferhat Kurkut û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Dersim Dag û Musa Farisogullari û rêveberên HDP'ê jî doz şopandin. Herî kêm 30 polîs jî ketin salona danişînê û doz şopandin.    RAPOR GIHÎŞT DADGEHÊ    Balkêş bû ku heyeta dadgehê jî guheriye. Dadgehê û parêzeran bêyî ku ji emniyeta Amedê tu delîlan daxwaz bikin, lê Miduriyeta Emniyeta Amedê dosyeyek "delîlên li cihê bûyerê yên pêvek" ji bo li dosyeya dozê zêde bikin şand dadgehê. Vê dosyeya hat şandin di navbera malbata Kurkut û heyeta dadgehê bû sedemê nîqaşa "wate nedayînê." Parêzeran got haya tu kesî ji van delîlan nîne, nizanin kî daxwaz kiriye û heke li dosyeyê bê zêdekirin jî dê tu bandora wê çênebe.    Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku celseyek berê rapora ji aliyê Buroya Krîmanal a Navnetewî ve hatiye amadekirin xwestine gihîştiye ber destê wan. Parêzeran diyar kir ku rapora hatiye nedane wan û xwestin beşa dawî ya raporê bê xwendin û kopyayek raporê radestî parêzeran bê kirin.    Polîsê bersûc Y.Ş. got rapor gihîştiye ber destê wî.    Serokê dadgehê beşa dawî ya raporê eşkere kir û hûrguliyên di raporê de parve kir. Di rapora dê wiha hat gotin: "Kemal Kurkut, ji aliyê polîsê bersûc Y.Ş. ve raste raste hedef hatiye girtin û bi guleyê lê daye û ew kuştiye."    XWESTIN BERSÛC BÊ GIRTIN    Polîsê bersûc li dijî raporê îtîraz kir. Ji parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar li dijî îtîraza bersûc xebat û îhtîsasa 3 kesên li ser raporê xebitîne yek bi yek jimart û ev 3 kesên di qada xwe de xwedî pispor in û li qada navnetewî dixebitin. Aktar da zanîn ku kontrola edlî ya tedbîra polîs hatiye kirin û dê ev yek delîlan reş bike û gumana reva ji ber ceza heye xwest polîs bê girtin. Aktar got wan tiştekî ji delîlên emniyeta Amedê şandiye dadgehê jî fêm nekirine û tu wate nedanê.    'TALÛKEYA DELÎLAN REŞ BIKE HEYE'    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku delîlên ji emniyeta Amedê şandine dadgehê wan mamtayî hiştiye û got: "Ev bersûc hêj jî li ser kar e. Ev wezîfeya wî jî talûkeyê dide nîşandan dê delîlan reş bike. Di raporê de eşekre hatiye gotin ku Y.Ş. Kemal Kurkut kuştiye. Negirtina bersûc wê wîjdanê cemaweriyê birîndar bike. Şandina van delîlên me matmayî jî kirin e, hewldana polîsan e ku hempîşeyên xwe biparêz in. Divê polîsê bersûc bê girtin."    Parêzer Serdar Çelebî jî xwest hemû polîsên li cihê bûyerê bên tespîtkirin navê wan bişînin dadgehê û ev polîs hemû wek şahid bên guhdarkirin.   DADGEHÊ DAXWAZA PARÊZERAN RED KIR    Heyeta dadgehê daxwaza girtinê û sepana kontrola edlî ya ji bo bersûc red kir. Heyeta dadgehê ji bo rapor û delîl hemû bên temamkirin danişînê taloq kir.