Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê 2019-02-28 12:18:55   ENQERE - Bi ser Mutabakata Dolmabahçeyê ya di navbera hikumetê û Heyeta Îmraliyê de hat îmzekirin 4 sal derbas bû. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ê di nava Heyeta Mirovên Aqilmend de cih digirt diyar kir ku ji tiştên qewimî divê ders bê derxistin û xwest pêvajo veguhere îradeya 28'ê Sibatê roja mutabakat hat îmzekirin.    Di çarçoveya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan prosesa aştiyê da destpêkirin. Di serdema pêvajoyê de Ocalan Mutabakta Dolmabahçeyê nivîsand. Ev mutabakat di navbera Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên HDP'ê pêk dihat û heyeta hikumetê de roja 28'ê Sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Bi ser deklerekirina vê mutabakatê re 4 sal derbas bûn. Di 3'ê Nîsana 2013'an de Heyeta Mirovên Aqilmend hat avakirin.    AKP JI DESTHILATDARIYÊ VE KET Û TECRÎD KÛR BÛ    Pêvajoya çareseriyê ango prosesa aştiyê nêzî du sal û nîv ji aliyê hikumet û kurdan ve hat birêvebirin. Di serdema vê pêvajoya çareseriyê de tevî hemû mudaxele û planên têkbirinê jî bi peyamên Ocalan nehat xerakirin û ji vê xerakirinê re bû asteng. Pêvajoya çareseriyê piştî hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an li ser daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat bidawîkirin. Di hilbijartinê de AKP ji desthilatdariyê ket û nikaribû bibe hikumet. Tevî hemû lêgerîna avakirina koalîsyonê jî pêk nehat û biryar hat girtin di 1'ê Mijdara 2015'an de hilbijartina pêşwext pêk were. Tirkiye carek din çû hilbijartinê û AKP bi dek û dolabên xwe carek din xwe kir îktîdar.     Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê jî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin di 5'ê Nîsana 2015'an de dest pê kir. Ji 5'ê nîsanê şûn ve Heyeta Îmraliyê êdî nikaribû biçe cem Ocalan.    PÊVAJO BI DAWÎ BÛ Û ŞER DEST PÊ KIR   Piştî teqîna li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat û 33 ciwanên çepgir jiyana xwe ji dest dan û kuştina du polîsên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê mirov dikare êdî bêje ku pêvajoya çareseriyê bi eşkereyî bi dawî bû. Li herêmê pêvajoya aştiyê cihê xwe ji şer re berda û pêvajoya şer dest pê kir. Li dehan navend û gundan û çolteran qedexeya derketinên derve hat îlankirin. Bi hezaran mirovan di vê pêvajoya şer a heta îro didome de jiyana xwe ji dest dan.    HEWLA DARBEYÊ Û BANDORA OHAL'Ê   Li ser vê yekê di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hewla darbeyê pêk hat. Piştî hewla darbeyê hikumetê li gel desteka hevkarên xwe di Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte (OHAL) dest pê kir. Di çarçoveya OHAL'ê de bi dehan Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin ragihandin û bi deh hezaran kedkar û karker ji karê xwe bûn. Di çarçoveya van KHK'yan de bi sedan komele û saziyên divîl û demokratîk hatin mohrkirin. Herî zêde sazî û dezgehên çapemeniyê para xwe ji OHAL'ê girtin. Bi dehan rojname, televîzyon, ajans, malper, radyo hatin girtin û bi hezaran rojnameger bêkar man.    LI DIJÎ HDP'Ê DARBE   Yek ji dîroka herî girîng jî ew bû ku di 4'ê Mijdara 2016'an de li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê darbeyek siyasî pêk hat û hatin girtin. Ji wê rojê ve heta niha ev parlamenterên berê girtî ne.    TURKDOGAN: DI ROJA PEYMANA LOZANÊ DE ŞER DEST PÊ KIR    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ê ku di nava Heyeta Mirovên Aqilmend de cih digirt pêvajoya paş de ma nirxand. Turkdogan bi bîr xist ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de pêvajoya şer ku dest pê kir roja ku Peymana Lozanê hatiye îmzakirin e.   Turkdogan destnîşan kir ku destpêkirina pêvajoya şer a di roja îmzekirina Peymana Lozanê de dest pê kir peyamek bû li dijî kurdan û wiha got: "Halbukî her kes dizane em nikarin bizivirin sed sal berê. Di sedsala 20'emîn de gelê kurd tune hatin hesibandin. Lê di vê sedsalê de her kes dizane ku êdî şertên tune hesibandina kurdan nemaye."    ‘SERDEMA MUDAXELEYA TIMÎ DEST PÊ KIR'    Turkdogan pêvajoya piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an we kpêvajoya "serdema timî ya mudaxeleyan" pênase kir û wiha got: "Yanî kesên alîgirên şer û polîtîkayên ewlehiyê her tim li dijî rejîmê mudaxeleyek wan heye. Di esasê xwe de Birêz Abdullah Ocalan vê yekê wek 'mekanîka darbeyê' tarîf kiribû. Em pirr aşkere dibînin ku hêzên îktîdarê ji pêvajoya ji 2015'an ve diqewime hatin gel hev û ji bo hebûna xwe bidomînin her tim hêza mudaxeleyê li pêş xistin. Em serdema ku hemû hêzên mudaxelekar ên Komara Tirkiyeyê di li ba hev in."   ‘DIVÊ DÎSA PÊVAJO VEGUHERE 28'Ê SIBATÊ'   Turkdogan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha axivî: "Kesên Tirkiyeyê birêve dibin heke ku qanûna xwe ya înfazê ya li Îmraliyê pêk naynin bila îdia nekin û nebêjin em Tirkiyeyê jî birêve dibin. Çimkî welatek wisa her kes dikare birêve bibe. Heke ku makeqanûn û qanûnên heyî hûn binpê dikin hewcehî bi siyasetmedaran jî namîne. Ev ramanek bi xetere ye. Divê pirsgirêka tecrîdê tekez were çareserkirin. Divê guh bidin îradeya mirovên ketine grevên birçîbûnê. Ji 28'ê Sibata 2015'an heta 28'ê Sibata 2019'an dema ku derbas bû 4 sal li pey xwe hişt û pêvajoyek dijwar a şer qewimî. Di vê serdemê de divê alî gelek tiştan vebêjin. 28'ê Sibata 2015'an di dîroka çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî girîngiyek dîrokî ye. Ji aliyê komarê ve jî dîrokek girîng e. Yekemîn car dewlet bi nûnerên gelê ku tune dihesibîne re li ser bingeha demorkatîk îrade danîn holê. Li gorî me divê pêvajo veguhere beyankirina îradeya 28'ê Sibatê."    MA / Denîz Nazlim