Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim 2019-02-28 11:25:41   DERSÎM – Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Qereqoçanê ya Xarpêtê Serap Doğan Mutlu, redkirina entamtiya xwe nirxand û got: "Biryar siyasî ye. Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim."    Namzetiya Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Navçeya Qereqoçanê ya Xerpêtê Serap Dogan Mutlu ji aliyê Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hat redkirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hinceta "Ji ber Mutlu di dozek berê de ceza girtiye" nîşan da. Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Qereqoçanê ya Xarpêtê Serap Dogan Mutlu, ku namzetiya wê hat redkirin, bertekên  xwe anîn ziman û got: "Biryar siyasî ye. Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim. Min ava vê axê vexwari û nanê vir xwar. Mazlum Dogan û Delil Dogan li vir jiyan. Bîranîn û dîroka me li vir heye. Qereqoçan li hemberî gelê xwe her dem xwedî berpirsiyariyek dîrokî ye. Dema piştî salan ji bo xizmetê bikim bang min kirin, bêyî bifikirim min ev daxwaz qebûl kir."    ‘BIRYAR SIYASÎ YE, BERDEWAMA POLÎTÎKAYÊN QEYÛMÊ YE'   Mutlu, anî ziman ku biryara der barê wê de hatiye dayîn biryarek siyasî ye û ev biryar berdewama qeyûmê ye. Mutlu, anî ziman ku dema ji bo cenazeyê dayika xwe hat Qereqoçanê beriya bigêje Qereqeçonê ji ber hirbiya kesk, sor û zer hat binçavkirin û wiha got: "Niha jî dosya min a berê kirin hincet û namzetiya min red kirin. Ez wekî jin bi salan siyasetê dikim. Ji ber vê yekê ceza li min dibirin. Yek cezayê li min hat birîn ji ber li dijî makeqanûna 12'ê ÎLonê derketim. Ji bo Qanûna Bingehîn bê guhertin tekoşiyam. Ger ku min sûcê tacîz, dizî û nelirêtiyê kiribûya dê namzetiya min hatibûya qebûlkirin. Biryar siyasî û dewama qeyûmê ye."    ‘DIXWAZIN BITIRSÎNIN'   Mutlu, anî ziman ku pergal dixwaze bi van cezayan astengiyan dîne pêşiya gelê kurd û gelê kurd asteng bike. Mutlu, destnîşan kir ku ji bo van astengiyên li pêş xwe rakirin divê bêtir têbikoşin û wiha bi dawî kir: "Ger ku ew astengiyan dinin pêş me, em ê jî li ber xwe bidin. Em her kêliyê bi ruhê berxwedanê dijîn. Mafê me yê hilbijartin û bijartinê ji destê me tê girtin. Yên tên hilbijartin tên girtin. Destkeftiyên ku bi rêya qeyûyêm em distînin bi rêya qeyûman ji destê me digirin. Wisa difikirin ku bi girtinê me bitirsînin. Heta qeyûm biçe ezê bixebitim. Têkoşîna me heta dawî dê bidome. Dibe ku namzetiya me betal bikin, lê têkoşîn û xebatên me dê bidomin.  Em partiya gel in. Li Tirikye tenê partiya muxalefetê dike em in. Em nikarin li hemberî van pekanînan bêdeng biminin"      MA / Semra Turan