Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû 2019-02-28 10:45:35   RIHA - Karkerê qaliban çêdike Xalîd Xamîdaş ê Sûriyeyî ji qata sêyemîn a înşaetê ket û bi giranî birîndar bû.    Li Taxa Yenîce ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê, karkerê qaliban çêddike Xalîd Xamîdaş ê Sûriyeyî, di dema dixebitî de hevsengiya xwe winda kir û ji qata sêyemîn a înşaetê ket xwarê. Bûyer di saetên şevê yên 17.00’ân de rû da. Xamîdaş bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Tenduristî ya Eyyubiye ya Rihayê.    Bavê 5 zarokan Xamîdaş li nexweşxanê rakirin beşa lezgîn û hat diyar kirin ku rewşa wî giran e.